Civak

Barzanî ji dayikbûna pêxemberê mezin pîroz kir

 

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

(Leqed kan lekum fî resul alla aswe hesnen le min kan yurcu alla û aleyyum al axir

Sedeqalleh al azîm)

Ji bo bîranîna pîroza ji dayikbûna fexirê kaînat pêxemberê me yê mezin Mihemed El Mistefa (Silavên xwedê li ser be) ku bi mucîzeya Qurana pîroz û bi hîkmeta sunnet û sîretê karî jiyar û dîroka cîhanê biguhere, germtirîn pîrozbahiyê arasteyê sercem musilmanên cîhanê bi giştî û Iraq û Kurdistanê bi taybetî dikim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim vê bîranîna pîroz hemû salek li xêra Iraqeke Federal, demokratîk û Parlemanî da bi xêr û xweşî û kameranî li ser gelê me da vegerê û aramî û avadaniyê seranserê Iraqa Fedral bigre, dûr li ajawe u ajawegêran û peyameke evîniya xwedê jî ku li çespandina dad û yeksanî û anîna mafê gelan û asûdehiya xwe dibîne bibe piştgirek ji bo xurtkirina pêwendiyên me û wê peyamê bikin bernameyeke tokmeya perwerdehiyê ji bo derxistina ruyê rasteqîneya oliya Îslam û bilind ragirtina bihayên lêborînî û birayetiya li navbera sercem pêkhatan.

Careke din pîroz be roja ji dayikbûna pêxemberê me yê mezin.

Wesselamun aleykum werehmet alla û berekatuhu

 

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

11 Rebîulewel 1431 Koçî

25 Şubat 2010 Zayînî

 

Back to top button