Pêwendiyên Kurdistan û Swêd pêşdikevin
Li hevdîtinê de ku rêzdar Hoşyar Zêbarî Wezîrê Derveyê Iraq û Ehmed Bamernî Balyozê Iraq li Swêd û hejmarek ji berpirsên Herêma Kurdistanê jî amade bûn, pêşxistina pêwendiyên welatê Swêd li gel Herêma Kurdistanê û tevahiya Iraqê li ruyê siyasî, aborî, bazirganî û kulturî ve hate kirin. Her wiha tîşk xistin li ser vekirina Konsolxaneya welatê Swêd li Hewlêra paytext wekî destpêk û ji bo zêdetir xurtkirina pêwendiyên di navbera her du aliyan û beşdariya kompaniyayên Swêdiyan li proseya binyadnan, avadankirin û mekanîzma beşdariya revenda Iraqî û Herêma Kurdistanî li Swêd li hilbijartinên nû ya Encumena Nûnerên Iraqê hate nirxandin.
Serok Barzanî vekirina Konsolxaneya welatê Swêd li Herêma Kurdistanê bi nîşaneke dinê bi hêz kirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Swêdê nirxand û spasî Wezîrê Derve û Hikûmeta Swêdî li hewandina Kurd li wî welatî da kir û revenda Kurd jî li vî welatî li tevahiya Ewrupa da bi mezintirîn revenda Kurd da zanîn û balkişand li ser wê yekê ku ev revend ji bo xurtkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Swêdê da pireke.
Her wiha li mijareke dinê hevdîtinê de tîşk xistin li ser rewşa Herêma Kurdistanê û navçeyên veqetandiyan û pêwendiyên Herêm li gel Hikûmeta Federal û pêşhatên hilbijartina nû ya Encumena Nûnerên Iraqê û li vî warî de Serok Barzanî tekîd li wê yekê kir ku hilbijartin derfeteke zêrîne ji bo hemû gelên Iraq û her guhertinek jî li rêya sinduqa dengdanê ve bê kirin cihê xweşhaliya me dibe. Sebaret bi navçeyên veqetandiyan û pirsgirêkên helawestiyan jî dûpat kir ku raste ev mesele û pirsgirêk alozin, lê belê eger niyet hebe çareser kirin asane û destûr jî gelek bi ronahî çawayiya çareser kirinê dest nîşan kiriye. Ji bo wê yekê pêwîste hemû aliyek girêdayî vê destûrê bin û girêdayîbûna vê destûrê jî yek perçeyiya Iraqê diparêze.
Serok Barzanî berdewamiya axaftina xwe de pêdagîrî li ser wê yekê kir ku diyar kirina çarenivîsa van navçeyan da pêwîste çawa ku li destûrê da hatiye nivîsîn rêz li biryara xelkê navçeyên veqetandiyan bigrin.
Wezîrê Derveyê Swêdê behs li rola Serok Barzanî li Herêma Kurdistan û tevahiya Iraqê de kir û ragihand ku hun li Kurdistanê de roleke ber bi çav dibînin û rola we jî li tevahiya Iraqê de diyare ku eve jî cihê girîng dîtina welatê Swêd û welatên dinê Yekîtiya Ewrupa ye.