Polîtîk

Serok Barzanî serdana hêzên Pêşmergeyên li Mexmur kir

 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi mebesta li nêzîk ve agahdarbûna li rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan û bi serkirina hêzên Pêşmerge serdana mîhwera Mexmûrê kir.

Li vê serdanê da Serok Barzanî li gel fermandeyên serbazî û meydaniyên hêzên Pêşmergeyên li mîhwera Mexmûr civiya. Li vê kombûnê da rewşa meydanî ya bereyên şer bi hurî nirxand û Serok Barzanî destxweşiyê li Pêşmergeyên qehremanên vê mîhwerê kir, ku di dema derbasbûyî de gelek qehremanane bergiriyê li kerameta xelk û axa Kurdistanê kirine û gurzê kujindeyê li terorîstan weşandiye. Ji bo eve jî spasî canfedayî û xweragiriya Pêşmerge kir û balkişand li ser wê yekê ku bi sedema canfedayî û qehremaniya Pêşmerge hemû cîhan bi çavê rêz ve temaşa Kurdistanê dike û Pêşmerge kariye efsaneya Da’îş têkbişkîne.

Serok Barzanî eve jî dûpatkir ku xwîna şehîdên me yên ser bilind bi vala naçê û ew bi navê dozekî rewa û bergirîkirina li keramet û axa welatê xwe canê xwe gorî kirine.

Her li vê kombûnê da Serok Barzanî guhdarî têbîniyên fermandeyên meydaniyên mîhwera Mexmûr kir û di derbarê plan û bernameyên hêza Pêşmerge ya li vî mîhwerî da rênimayiyên pêwîst ji bo fermandeyan xisterû.

Back to top button