Polîtîk

Serok Barzanî serdana hêzên Pêşmergeyên li Guwêr kir

Îro sêşem 13.01.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi mebesta li nêzîk ve agahdarbûna ji rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan li mîhwera Guwêr û serdana hêza Pêşmerge ya li vî mîhwerî serdana Guwêr kir.

Li vê serdanê da Serok Barzanî li gel Fermandeyên Serbazî û Meydaniyên Hêzên Pêşmerge li mîhwera Guwêr civiya. Li vê kombûnê da rewşa meydanî ya bereyên şer nirxandin û Serok Barzanî destxweşiyê li Pêşmergeyên qehremanên vê mîhwerê kir ku li çend rojên derbasbûyî de êrîşa terorîstan têkşikandin û gurza kujinde li wan weşandin û spasiya canfedayî û xweragiriya Pêşmerge kir û erkê Pêşmerge bi erkêkî pîroz zanî ku bergirîkirine li kerameta xelk û axa Kurdistanê.

Her li vê kombûnê da Serok Barzanî palpiştiya xwe ya tevahî ji bo hêza Pêşmerge dûpatkir û di derbarê plan û bernameyên hêza Pêşmerge ya li vî mîhwerê da rênimayî yên pêwîst ji bo fermandeyan xisterû.

Back to top button