Polîtîk

Serok Barzanî roja rojnamegeriya Kurdî pîroz dike

 

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

 

Rojnamevanên azîzên Kurdistanê

 

Ji bo salvegera giranbiha ya (112) saliya Rojnamegeriya Kurdî germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we yên delal dikim û hêviya serkeftin û geşkirin û berev pêşveçûnê ji bo we dixwazim.

 

Birayên delal

 

Ji aliyê malbata Kurdperwer Bedirxaniyan ve derxistina rojnameya Kurdistanê li 22 Nîsan a 1898 wekî yekem rojnameya Kurdî, rojeke dîrokî ya giranbiha ya ji bîr neçuna rewşenbîrên Kurdistane û bi destpêka xebata qelemê û bi berdê bingeha projeya bi rewşenbîr kirina tevgera neteweya me tê pejirandin. Li aliyeke din ve jî destpêka karwaneke dinê têkoşîna gelê meye ku ew jî karwana têkoşîna bi warê rojnamegeriye ku em hemû girîngiya wê karwanê têdigihîn û dizanîn ku raperandina erkê rojnamevan, bi taybetî li vê qonaxa hestiyara gelê Kurdistanê da çende girîng e.

 

Hêvîdarim bi bîr û nêrînên cuda cudayên we û li jêr sayeya wê azadiya ku ji bo we hatiye holê, pênûsên xwe li xizmeta pêşxistina civaka Kurdistanê û rexnegirtineke binyadnerane bikarbînin û ragihandina Kurdî berev ragihandineke bi seng û armancdar û hevdem û dûrî ji zimanê zibir û neşîrîn û neşaristaniyane bibin û rola berbiçav û neyîniyên xwe wekî desthilata çarem li dirust kirina raya giştî û civaka medenî de bibînin û kêmasiyan jî bi awayeke şaristaniyane û rastgoyane û dûrî ji buxtan û şikandinê wan destinîşan bikin û bi emanetê ve helsukeftê li gel zanyariyan da bikin bi awayeke ku li xizmeta armanca stratejiyên gelê me da bin û herdem palpişt bin ji bo parastina berjewendiya bilinda neteweya me.

 

Xuşk û birayên birêz

 

Serdem serdema cîhangîriye û ew serdem jî bandora xwe li ser warê ragihandinê heye. Ji bo wê yekê gelek girînge ku karwana rojnamegeriya Kurdî sûd li wê cîhangîriyê werbigre. Bi taybetî li bingeha geşepêdana ku li Kurdistana me da hatiye holê, û ew azadiya ku li sayeya wê da dehan rojname derdikevin û dehan kanala ragihandinê destbikarin û her hemû jî bi awayeke azadî karên xwe dikin.

 

Careke din hêviya serkeftinê ji bo rojnamegeriya Kurdî dixwazim û serberzî jî ji bo wan rojnamevanan ku şan bi şanî bi Pêşmergeyane xebatê kirine û rêzeke bê payan jî ji bo giyanê pakê rojnamevanên şehîdan dixwazim.

 

Her şad û serberz û serkeftî bin.

 

 

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

21-22/04/2010

 

Back to top button