Kî dibe serokwezîrê Îraqê?
Nurî Malikî
Nurî Malkî serokwezîrê Îraqê û serokê lîsteya Dewlata Qanûnê ye. Malikî namzedê lîsteya Dewlata Qnûnê bo postê serolwezîriya Îraqê ye. Di hilbijartinên vê dawiyê yên parlamnetoya Îraqê de lîsteya Nûrî Malikî 89 kursî ji koma 325 kursiyên parlamnetoya Îraqê bidest xistin. Nuha lîsteya Malkî di xebateke berdeam de ye ku koalîsionê ji bo avakirina hikûmeta nû a Îraqê bi lîsteya Îtîlafa Niştimaniya Îraqê a bi serokatiya Emar Hekîm re çê bike. Lê hindek aliyên nav lîstey Îtîlafa Niştimaniya Îraqê naxazin ku Nurî Malikî bibe serokwezîrê Îraqê. Aliyê ku ji hemûyan zêdetir serokwezîrtiya Nurî Malkê red dike Rewta Sedir a bi seroaktiya Muqteda Sedir e. Rewta Sedir ku ,aliyê serke yê nav îtîlafa Niştimaniya Îraqê ye ji 70 kursiyê Îtîlafê 39 kursî yên Rewta Sedir in. Civata Balaya Îslamî ku, ew jî aliyekî giringin di nav Îtîlafa Niştimaniya Îraqê de, ew jî dixazin ku kesek din li şûna Malkî postê serokwezîrtiyê werbigire.
Aliyê Kurdî jî dixazin balansê ragirin û heta nuke wan Malikî bo postê serokwezîriyê red nekiriye. Sunî jî çîrokek rewş digel Nurî Malkî heye, ji ber hindê gelek zehmete ku listeya Dewleta Qanûnê a bi serokatiya Nûrî Malikî bikare listeya Eyad Elawî razî bike û hevpeymaniya pê re çêke û bi hev re hikûmeta nû avabikin.
Eyad Elawî
Piroblema Eyad Elawî ji ya Malkî cudaye. Arîşeya lîsteya Elawî. Îraqieye, ne serokwezîriya Elawî ye, lê hindek kesatiyên sune di nav lîsteya Elawî de hene ku ne kurd û ne jî aliyên şîye nikarin pê re hevpeymaniyê bikin û bi wan re hikûmetê ava bikin. Eyad Elawî jî nikare xwe ji wan kesatiyên sune yên di nav lîsteya wî de ne dûr bixe. Ji berku lîsteya Îraqî 91 kursî bidest xostine û piranî jî li devera suniyan ew deng wergiritin, ji 2.5 milyon dengên lîsteya Îraqiye a bi serokatiya Elawî bidest xistine, du milyon ji wan dengê sunyan ne.
Eger lîsteya Dewlwta Qanên li ser namzedekirina Malikî bo postê serokwezîrtiyê îsrarê bike û ji ya xwe neyê xwarê, aliyên din yên şîiye koalisyonê bi Malkî re çênakin û dibe ku Îtîlafa Niştimanî nêzîkî Îraqiye bibe û di vê navbeynê de şansê Eyad Elawî zêde dibe. Niqteya ku şansê Elawî zeyîf dike helwestê kurdan e. Çunkî weke me gotî di nav lîsteya Elawî de çend kesên sunî hene(Tariq Haşimî cîgirê serokmarê Îraqê û dibêje; divê serokomar erbe be, Osame Nucêfî di jî gelek bi eşkereyî dijî daxaznê kurdan e, bi taybeyî li wîlayeta Mûsilê) ku, gelek li dijî mafên gelê kurd in û kurd naxazin bi wan re hevpeymaniyê çê kin, û Elawî jî pêwîstî bi piştevaniya dengê kurdan e û ji aliyek din jî ve Elawî nikare wan neteweperistên ereb ji lîsteya xwe pavêje. Iha ev niqteye ku şansê Elawî lawaz dike.
Îbrahîm Caferî
Îbrahî Caferî serokê Rewta Çakzasiyê ye di nav Îtîlafa Niştimaniya Îraqê de. Çaferî li sala 1966ê peywendî bi partiya Dawe kiriye. Yek ji rêberên wê partiyê bûye. Sala 1988ê ji Îraqê reviyaye derve û li Îran, Suriyê, û Berîtaniya jiyaye. Sla 2003ê piştî azadkirina Îraqê vegeriya Îraqê û piştî hilbijartinên sala 2005ê bû serokwezîrê Îraqê. Dema Caferî serokwezîrê Îraqê bû, Îraq ber bi rewşeke xerab çû; Serhildana nakokiyên tayfî, dirusbûna milîsên tayîfî, dîtina terman li cade û kolanên bajêran ku,qatilên wan nediyar bûn, û zêdebûna gendeliyê li Îraqê bû. Kurd û sunî di wê baweriyê de bûn ku sebebê wê rewşa xerab Caferî bi xwe ye, lewra kurd û sunî dijî Caferî derketin û ew ji posta serokwezîrtiyê avêt û Nurî Malkê bû serokwezîrê Îraqê. Piştî vê yekê Caferî li ber çavên raya giştî winda bû û navbera wî û partiya Dawe nakokî pêydabûn, sala 2008ê careke din Îbrahîm Caferî vegeriya meydana siyasî û ji partiya Dawe veqetiya û Rewta Çaksaî avakir.
Ji sala 2006ê heta hilbijartinên vê dawiyê yên parlamentoya Îraqê, navbeyna Îbrahî Caferî û Nurî Malikî nebaş bû û tu carê hev du nedît bû. lê piştî hilbijartinan, ji bona pêkanîna hevpeymaniyê ji bo avakirna hikûmeta nû a Îraqê, Caferî serdana Malkî kir, û ji bona pêkanîna hevpeymaniya navbera lîsteya Dewlwta Qanûnê û Îîtîlafa Niştimaniya Îraqê piştevaniya xwe nîşan da. Weke me gotî li serdema kabîneya Caferî milîs peydabûn, nakokiyên tayfî zêde bûn û rewşa emnî gelek xerab bû, ev yek şansê Îbrahî Caferî bo ergrtina postê serokwezîriya Îraqê lawaz dike.
Adil Ebdulmehdî
Adil Abdulmehdî cîgirê serokomarê Îraqê û cîgirê serokê Civata Balaya Îslamiya Îraqê ye. Ew ji malbateke bi navûdenga a şîiyên Îraqê ye û bavê wî di dema melik Feysel de wezîrê hikûmeta Îraqê bû. Ew destpêkê kadiroyekê çalakê partiya Dawe bû. Paşî ew ji Partiya Dawe veqetiya û li Parîsê zanistên siyasî û aborî li zanîngehê xwand û bû komonîtekî Mawî. Lê dema şoreşa Îslamî li Îranê bi serokatiya Xomeyînî bi ser ketî, Adil Ebdulmehdî dev ji fikra xwe ya komonstiya Mawî berda û bû yek ji alîgirên şoreşa Îslamî. Wî hertim daxaz dikir ku li Îraqê jî desthilateke dînî a nerim bê danan û ji bo vê hedefê, wî serdanan Fransa, Lubnan û Îranê dikir. Ev yek guhertineke mezin bû di fikira Ebdulmehdî da çê bûy û cîyê balkêşana siyasetvanên Îraqê bû. sala 1999ê peywendî bi Civata Balaya Îslamiay Îraqê kir û li Kurdistanê nûneratiya wê kir û têkeliyên baş bi serokên kurdan re çêkirin. Ew wezîrê fînansê bû di kabîneta hikûmeta Elawî de. Sala 2006ê yek ji namzedeyên bihêz bû bo serokwezîriya hikûmeta Îraqê. Lê kurdan û şîiyan li ser wê yekê li hev kir ku Adil Ebdulmehdî bibe cîgirê serokomarê Îraqû û Îbrahîm Caferî jî bibe serokwezîr.
Gelek zehmete cîyê Adil Ebdulmehdê bê diyar kirin; ew endamê serokatiya Civata Balaya Îslamî ye ku rêxistineke îslamîxaze, lê ew xwe weke kesatiyekê îlmanî (sekuler) hisab dike, alîgirê federalîzmê ye û ji bo referanduma Kerkûkî piştevaniya Kurdan dike, ew bi hebûna bazarê azad re ye, têkeliyên baş digel Ehmed Çelebî mihendisê jiholêrakirina Basiyan û ji aliyekî din têkeliyên xurt bi Eyad Elawî re ku, lîteya wî gelek zirar ji qanûna jiholrakirina Basioyan dît, heye, ew dostê Amerîka, Fransa û herwesa dostê Îranê jî ye. Ebdulmehdî dixaze her çar lîsteyên serketî hikûmeta nû a Îraqê pê bînin.
Ji ber ku Adil Abdulmehdî di fikr û aydolojya xwe de ne bi îstîqrare, şansê wî bo postê serokwezîriyê lawaze.
Rojevakurd
Sud ji malpera Civîl hatiye wergirtin