Çend gotinên rêzanî yên rexneyî ji bo serokan!..
Dîroka cîhanê bi xopan û trajediyan hatiye dagirtin û ya Kurd û Kurdistanê jî, ji wan xopan û trajediyan zêdetirîn nesîbê xwe girtiye. Gelek karesatên (felaket) herî mezin li ser welatê Kurdan pek hatine û şerên dijwar yên di navbeyna Ereb, Ecem, Moxol û Tirkan de derbas bûyîn, ji wana gelek li ser erda Kurdan qewimîn e!.. Her car xwîn herîkiye, wekî lehî çûye!..
Di sedsala dawî de jî, seranserî Kurdistanê bûye gola xwînê. Li Başurê welat, di dema Saddam de, welat bûyî bû zindan û bi sedan komkujiyên mezin ji aliyê faşîstên hov ve pêk hatin. Bi dehan goristanên komkujiyan îro têne dîtin. Rêvaberiya Kurdan ya îro bila van bûyerên bûyî qet tu caran bîrneke! Li gora wê jî, yekîtiyek netewî ji aliyê hemî hêzên Kurdistana Başur ve pêwiste ku pêk be. Mercên Kurdên Başur qet rê nade ku xapandinek din ji aliyê neyaran de, an jî dijayetiyek li dijî hev û du di navbeyê hêzên Kurdistanî de, di ser Kurdan re carek din derbas bibe!..
Lê li Bakur, li Rojhilat û li Başurê Piçuk ewrên reş îro jî di ser gelê Kurd re diçin û tên! Li ser her bostek erda welat roj nîn e, ku bi kemînek neyaran xwîna Kurdan nerêje! Îro çiya, deşt û zozanên Kurdan di nav mij û dûmanê de ne…
Di dîrokê de Kurd pir hatine xapandin. Îro jî Kurd dîsa têne xapandin! Ji xapandinên pêk hatî de jî, Kurdan hindik ders girtine!.. Bindestiya Kurdan ya heya roja îro berdewam kirî, belku ji van bê dersiyan ( bê tecrûbe, tecrûbe negirtî) têye. Di dîrokê de, pir caran neyaran bi şer(r)an zora Kurdan nebûne. Neyarên Kurdan, Kurd bi xapandinê, di nav hev de, bi dabeş kirinê û her beş jî, bi hev û du re dayîn qirkirinê, bûyîne pispor!..
Di sedsala dawî de, li paş komkujiyên mezin (ya herî dawî qirkirina Dêrsimê) li Bakurê welat bê dengiyek dirêj heya destpêka salên 1970 yî berdewam kir. Kesen qasî salên min yên ku salên wan ber bi hefteyî diçin şahidê van bûyeran hemiyan in. Di nav vê têkoşîn berdewam kirî de, hemî walatparêzan li gorî karên kirî jî bedel dayîne… Lê çi heyf e! Serketin û mafên demokratîk bi destxistinê de negîhîştine armanca xwe…
Gelê Kurd, merd û comerd e. Ya rast ew e, ku dem ne ew dema xwe pesinandinê ye! Ji ber ku hîn Kurdan di aliyê xwe yê demokratîk de mafên xwe negirtine û hîn tiştek bi dest xwe nexistiye. Ji bo vê sedemê jî, yên di salên min de, karê me dayî ser milê xwe çi mixabin me nikarî, em bibin serî! Yên îro xwe dipesinin, ewna li ser milê mêrxwasan bilind bûne! Di tevgerên azadîxwaz de, ew lehengên bênav, ew in ku qehremanên rasteqîn in û qedera şeran ew tayîn dikin! Îro ew hemî nirxên hêja di nav tevgeran de hatine binpêkirin!..
Qurnên Kurdan kevn ji yên îro dijî re jiyanek aza û bextewar amade nekirine û nehîştine! Berpirsiyariya bindestiya Kurd tê de dijîn, ew li ser erka wan maye. Çawa ew qurnên Kurdan yên kevn ji bo Kurdên îro berpirsiyar in, yên îro dijîn jî, ji bo duweroj, ji newiyên xwe re berpirsiyar in. Kurdan çiqas karên qenc kirî bin jî, ji bo ku Kurdan encam negirtiye û karên bûyîn jî, îro Kurd baş lê nebin xwedî, ew jî yê bê guman têk biçin! Ji ber ku jiyanek aza û serbixwe, ji bo newiyên xwe me amade nekiriye!.. Em ji bo azadiya Kurdan çawa qurnên berê tewanbar dikin, qurnên nû yên bên jî, ewê Kurdên îro dijîn tewanbar bikin… Ji bo ku tiştekî berbiçav me ji wan re mîras nehîştiye!..
Mafên qurnên nû zêdetir heye, ku me tewanbar bikin. Ji bo ku karê me dayî ser milên xwe, me ew pêk neanî. Hêzên Kurd yên heyî, ji wan gelek li dijî hev bûn! Yekîtiyek fireh ji bo azadbûna welat pêk ne hat. Her serok ji bo ciyê xwe garantî bike, ew li dijî serokên Kurd yên dîn radiwest. Ji xeynî wê, her serokê Kurd ji bo ciyê wî tijî bibe, ji xwe re cihgirtek jî amade nekir. Di nav partî û saziyan de, her kesek hinek pêşda çû, ew girtin dane du! Hinekan jî, dixwest ew kesên hêja jê qetî serê wan jê bike!..
Di destpêkê de ew mirovên weku me, bi çaplûskiyên ne di ciyê xwe de, endam û hogiran, ewna ji rêya rast kirin der. Ji xwe re hin serokên nû çêkirin, weku putan. Serokan jî, roj bi roj xwe wusa wek put dîtin. Yên li dijî wan derdiketin, ew hemî dihatin avêtin. Yên di nav sazî û partiyê de diman jî, ji wan re dibûn putperest. Yên ji xwe re put çêkirin, Kurd bi xwe bûn! Putan jî, nehîştin ku di nav tevgeran de kesên duwemîn û sêyemîn çêbibin! Her çiqas put îro bêjin jî, ji me rastir û baştir kesek tune bû! Ew gotin ne di ciyê xwe de ye…
Îro bi hezaran qadroyên hêja û jêhatî di mala xwe de mayîne. Hevkarî û yeketiyek rasteqîn di nav Kurdên Bakur de, îro jî çênebûye. Ewqas sal e, ku serokên Kurd li dijî hev in. Ya rast ew e, ku ji bo çi li dijî hev in, gelek mirovan heya roja îro jî, hîn ew sedem baş fehm nekiriye! Sosyalîzma mala Kurdan bi freksiyonan xirab kirî, di dema borî de, ji bo Saddamê xwînrêj û bi serokatiya Sovyetê, li dijî têkoşîna Kurdên Başur ya bi serokatiya lehengê nemir Mela Mustafa Barzanî hemî alîkar bûn!.. Ew kêmasiya me ya hemî şoreşgeran qet tu caran naye bîrkirin! Şoreger ew in, ku dema şaşetî kirin, li xwe jî rexne bikin. Lê rexneya serokên Kurd ya li xwe bikin ne mimkun e. Ji ber ku ewna putên pîroz in û xwe wusa dibînin. Dema ew li xwe rexne bigirin, ewê weku xwelî bipişivin û biçin!.. Şairekî mezin bê wate ne gotiye:“ Benî adem ji xwe re putan çêdikin û paşê jî vedigerin, ew putê xwe çêkirî lê perestin dikin!“
Ji tevgerek serneketî re, bes tenê serok berpirsiyar dîtin jî bê însafî ye. Ji ber ku yên tevger belavkirî û bê tesîr hîştin, bes put bi serê xwe tenê nîn in. Ji ber ku qadroyên jêhatî û kar dikirin, wana ew merc û ew mertebeyên bê kontrol dayî bûn serokan. Ew selteneta serokên welatên sosyalist ya bîst salan berê xilî, hîn serokên Kurdan yên di wê dewsê de diçin û li ser ew îdeolojiyên kevn yên puç û belav bûyî, ew hîn neyartiya hev û du dikin…
Îro rêyek rast li Bakurê welat nîşan dayîn, anca ew bi yekîtîyek rast yê pêk be. Serokên Kurdan yên îro kar di dest wan de, ya ew bê kêr in, an jî zimanê mirov naxwaz bêje gotinek dîn!.. Dema mirov li halê hemî serokan binerî û rewşa Kurdan ya îro têde berhev bîne, ma li ciyê xwe rawestin û ji yekîtiya Kurdan revîn, gelo ma ew ji kî derê têye? Sûda wê ji Kurdan re çi ye? Ji ew berpirsariya dîrokî re, serokên Kurd yên îro dijîn û rê li pêşiya yekîtiya Kurdan digirin, ma ewên ji newiyên xwe re çi bersivê bihêlin?!.
Gelo ma carek dîn, Kurd bi destên serdestan ve dîl hatine girtin ku, hîn em pê nehesîne? An jî bi pirsek rexneyî, ma ji bo çi serok di şaşetiyên xwe de israr dikine?..
Roj, roja eniyek netewî li Bakurê welat avakirine! Mercên îro heyî heke rabirin, biçin, duweroj yeketiyên çêbibin nikarin serkevin! Bê yekîtî, dengê Kurdan îro baş naye der. Dengên derdikevin jî, bi navê terorîzmê tên nasîn. Ji ber ku dengên cuda cuda baş nayên bîhîstin. Bi yek dengî heke Kurd biqîrin, bê guman guhên ker(r) jî yê bibîzin! Ji bo ku Kurd îro ne yek in, ji ber vê sedemê jî, Kurd bê deng in! Li cîhanê ma ji dîl û dîlîtiya Kurdan ya bêdeng xirabtir hîn çi heye?..
20.04.2010
A.BALÎ