Civak

Li Şemzîna leşkerek hat kuştin

Li Hakarî devera Şemzînan  nêzîk tixûbê Kurdistana Başûr operasyon dihatin kirin. Dema ku leşkerên Tirkan di nav lêgerînekîde bûn, mayinek teqiya û di encam de leşkerek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Tiştek gelek balkêşe ku, nivîskarê rojnama STAR a Tirkî , Şamil Tayyar di nivîsa xwe îro de behsa provaksyonekî dike. Tayyar di nivîsa xwe de dibêje; li Tirkiye dema ev guhertinên destûrê ji parlementoyê derbas bibe û here referandumê, dê dezgehên statukoyê diparêzin li gel rêxistinên tarî wek Ergenekonê bixwazin li Tirkiye rewşa aram têkbidin û tevlîheviyekî çêkin. Ji bo vê jî, wê hinek provaksyona bikin. Ji bo zemîn pravakasyonên xwe re amade bikin jî wê leşkeran kar bînin. Dema cenazeyên leşkeran bikevin erdê û her roj hinek cenaze werin bajaran wê zeminek  ji bo pravasyona çêbe û heta, dê hewlbidin ku zemînê inkilabek leşkerî jî peyda bikin.

Samil_Tayyar_958714881.jpg

Ji bo vê Tayyar dibêje, wê leşkeran li herêmên operasyonan rêkin erdên ku eskeran bi xwe mayin kirîn. Her roj dê xebera teqîna çend mayine û kuştina çend leşkeran were. Tayyar dibêje, bala xwe bidinê eve çendeke leşker tenê bi mayina tên kuştin ma gelo ev ne balkêşe?

Îro dema xebera teqîna mayînekî û kuştina leşkerekî û birîndarbûna yekî hat, bivê nevê nivîsa Şamîl Tayyar hat bîra me.

Back to top button