Serok Barzanî pêşwaziya Şêx û Serokên Hozên Firata Navîn kir

Li Selaheddîn Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Şêx û Serokên Hozên Navçeya Firata Navîn kir ku ji Munzir El Miyalî Emîdî Sadey Emyal û Şêx Emîr Saîr Elmutlek Emîrê Îmareta Zibêd û Şêx Hesen Cewad Ebasî û Şêx Hekîm Mîrê Şêxê Hoza El Şibil û Şêx Saîr Cifat Şe’lan û Şêx Emîr Musenna El Hatim Elhesen û Şêx Ehmed Ebdulxanim Elşimran Elfetlawî û Şêx Meysem Sehl Necim Şêxê Hoza Elzirfat pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de şanda mîhvan ji bilî balkişandina li ser peywendiya dîrokiya di navbera cenabê Barzaniyê Nemir û kesayetî û Şêx û Serok Hozên Iraqê, pesnê rola Serok Barzanî ya li dûbare avakirina Iraqê û her wiha wan avadanî û pêşketinan kir ku li Herêma Kurdistanê pêkhatiye û pêzanînên xwe jî ji bo bîhnfirehî û mîhvandostiya gelê Kurdistanê hebû ku mîhvandariya sedan hezar koçberên başûr û navîna Iraqê kirine. Li beşeke dinê civînê de şanda mîhvan bi kurtî behsa kêşe û giriftan û nebûna xizmetguzarî û rewş û debara nîştecihên parêzgehên başûr û navçeya Firata Navîn ji bo Serok Barzanî kirin. Her wiha daxwazê ji Serok Barzanî kirin ku rola xwe li çareserkirina kêşeyên xelk û komkirina aliyên Iraqê de bibîne.

Her li vê civînê de Serok Barzanî bi germî bixêrhatina şanda mîhvanan kir û ji bilî tekez kirina li ser prensîba birayetî û pêkvejiyana di navbera pêkhatên Iraqê pêzanînên xwe ji bo helwesta camêraneya nîştecihên başûrê Iraqê ya li pêşwazîkirina cenabê Barzaniyê Nemir û yawerên wî yên di dema vegerana wan ya ji Sovyeta berê û her wiha hewandina wan Kurdên ji aliyê rejîma berê ve ji bo başûr nefî kiribûn nîşan da. Serok Barzanî bi kurtî li dîroka êş û azarên gelê Kurdistanê ya li nav dewleta Iraqê ji bo şanda mîhvan behs kir û hevsoziya xwe jî ji bo kêşe û gîr û giriftên nîştecihên navçeya Firata Navîn ragihand û hêviya wê yekê xwest ku bi hewla hemû aliyek kêşe û êşên xelkê Iraqê kêm bibê.

Nerîna min :