KÎ ZALIM E? ÎSRAÎL AN DEWLETÊN MISILMAN?

Çaxê ku komkujîya Helepçe ji terefî hovê Sedam pêk hat û bi hezaran Kurdên sivîl hat kuştin, rojnameger ji Yaser Arafat dipirsin; “Tu di derheqa Helepçe çi difikirî?” Arafat bersiv didde; “Ev mesele ya Iraqê ye, em rêz li buyerên wan yên navxweyî digrin”

Nezir Cibo

Piranîyek (ne hemu, beşek) Kurdên meyên çep ku hêj rêça Stalin dişopînin û yên Îslamist ji heman tasê av divexun. Di çarçova hisiyata milli de ez dinavbera wan de cudatî nabînim. Herdu alî jî, ji hişmendîyên milli kêmin û ji parastina berjewendiyên Kurd û Kurdistanê durin. Alîyê çep berjewendiyên milli qurbanî “biratiya gelan” dikin, aliyê Îslamîst bi qurbana “biratiya mislimanan” dikin. Siyaseta wan di vê esasî de tê hunandin.

Herdu alî, Qaşo li hemberî zilm û zora İsrail a liser Filistîn xwe diçirînin. Bi piranî alê Îslamîst; Hero li kolan û sikakên Diyarbekir qaşo zilma Îsraîl a li ser Filîstînîyan protesto dikin. Hêstirên wan wek lehîyê tên xwar. Hezar nifir û heqaretan li Îsraîl dikin. Halbûkî ew Filistîniyên ku xwe liser wan diçirînin dijminên doza Kurd û Kurdistanê ne. Dost û alîgirên dijminên Kurda ne. Ew Filîstînî bûn ku duho lî gel Seddam lî hemberî Kurda şerdîkîrîn. Ew Filîstînî bûn ku ji bo qatlîama helepçe Seddam pîroz dikirin. Û dîse ew Filîstînîne ku îro lî rojava Kurdistane li hemberî Kurda şerdikin, li Rojhilat ji bo geber kirina katilê xortên Kurda Qasim Silêmanî hêstir di barînin. 

Rêvebir, diplomat û serokên Filîstînîyan bi avazek bilind û eşkere vê dijminantîya xwe tênin ziman. Wekî ku tê zanîn, serokê Filîstînîya ê herî bi nav û deng Yaser Arafat jî piştî qatliama Helepçe destê wî dî destê Seddam de û jibo pêkhatina qatlîamê ya li hemberî Kurda pîroz dikir  û wiha digot:

“Serkevtîna damezrandina dewleta Kurd wek ku xencerek têxîn zîkê Ereban, ewqas buyerek xetere.”

Ev gotin jî ya serokkomarê Filîstîn ê îro, Mahmut Abbas e: “Eger lî Surî rejim têk here dê dewleta Kurd werê damezrandîn. Ev jî ji bo Rojhîlata Navîn tehlûkeyek mezîn e” 

Çaxê ku komkujîya Helepçe ji terefî hovê Sedam pêk hat û bi hezaran Kurdên sivîl hat kuştin, rojnameger ji Yaser Arafat dipirsin; “Tu di derheqa Helepçe çi difikirî?” Arafat bersiv didde; “Ev mesele ya Iraqê ye, em rêz li buyerên wan yên navxweyî digrin”

Yanî Arefat rasterast, piştgirîya komkujîya Kurda dikir û rêz ji hovatîya Sedam digirt. 

Pîştî ku Seddam hat geberkirin, fîlîstînyan pêkerê wî bi mersîmek girsayî li Rojava Şerîa çikandin. Di mersîmêde walîyê heremê ê Filîstin Ravacba di axaftina xwede pesnê Sedam dida û wiha digot:

“Sedam wek Yaser Araft sembola şeref û mêrxasîya Ereban bu. Ew pusula neteweperestîya Eraba bun. Çaxê ew rebun ser xwe û ketin rê, neteweperestîya Ereban ji bi wan re rabû û meşî. Sedam Hûseyîn, şehîdê herî mezin e… Serokê mezin Mahmud Abbas jî di şopa wande di meşe.” 

 De îcar werin em di heman mijarê de, li helwest û sekana diplomat û serokên Îsraîl binerin:

Di sala 1988/16 Adarê, çaxê komkujîya Helepçe pêk hat, li ser ruyê Cihanê, li hemberê vê wahşetê tenê Paytexta Îsraîl, Tel Avîv deng bilind kir. Mamoste Beşîkçî ew rojên reş û xeter bi bîr tanî û wîha digot:

“…Çaxê qatlîama Helepçe pêkhat, li herêmê 6000 hezar Kurd hat qetil kirin. Li hemberê vê hovîtîyê Dinya bê deng ma. Ne ji Parîsê, ne ji Berlînê, Ne ji Londrayê, ne ji Romayê, ne Washingtonê û ne ji Moskovayê û ne ji Dewletên Misliman deng derneket. Çimkî hemuyan piştgirî didan Sedamê qatîl. Tenê deng ji Tel Avivê derket; Roja 1988/17 Adarê Li Telavivê Yahudî û Kurda tevde derketin meydana û ev komkujî protesto kirin û Dinya pê hisandin.”  

Dema referanduma Başur pêk hat, serokvezîrê Îsraîl Netanyahu raste rast beyan kir: “Eger Kurdistan azadiya xwe ilan bike emê alîkar bin û nasbikin… Wextê Kurdistaneke azad hatîye.” 

Dî heman demande çaxê Ku Erdoxan liser Filîstînya zirt li Îsraîl dikirin  Netenyahu wiha bersiv dida: “Ew Erdoxanê ku Kurda qetil dike… Nîkare waaza bide me. Bila dev ji van vira berde” Di daxuyanîyek xwe din de wiha digot:

“Xeynê Mislimanan pêve tukes zilmê li kurda nakin. Yek welatek Mislimanan tüne ku destê wan ne ketibê xwîna Kurda… Eger îro em Kurda wek dijmin îlan bikin, Hemû memlaketên Misliman wê me himbêz bikin.” 

Vezîrê İsrail ê Adaletê, Ayaled Shaked wîha dîgot; “Wextê Kurdistane ke serbixwe hatiye. Em bi hemû hêzên xwe arîkarî didin serxwebûna Kurdistanê” Rêzdar Shaked wîha didomand; “Kurd mafên mîrovan baş dîparêzin. Rêzê li jinê digrin. Milletekî esîl û aştîxwaze…” Ayaled wiha berdewam dike:

“Ji bo Kurda devletek ser bixwe ne sedeqeye  ku werê îkram kirin. Liser xaka bav û kalên xwe jiyanek azad û birumet, wek hemû mîlletan mafê wanî tabîî û meşru ye.” 

Cîgira wezîrê derve yê Îsraîl Tzipi Hotovelya jî, çaxê Tirk ketîn Rojavaya Kurdîstanê wîha digot:

“Tîrk vêcarê dixwazin li Surî jî Kurda qirbikin. Em vê zilmê bi tu ewayî qebûl nakin. Lî hemberî van erîşên Tirkan, ji destpêkê heya nîha wek dîplomatîk, çi ji destê me hatîye me texsîr nekiriye. Her wiha ev alîkarîyên me heya ku Kurd bibin xweyî dewlet dê bîdomînin. Em bi van hevkarî û alîkarîyan jî xwe serbilind dibînin” 

Ji alê din, bi sed salaya ku “birayên” me Tirk, Fars û Ereb bi qasî misqal’i zir heq û hukukên Kurda nasnekirine, hebûna wan înkarkirine. Qatliam, zilm û zora ku li kurda kirine hemû dinya şahide.

Li ber vê rewşa darîçav, ev birayên me yên ku bi herdu çavan liser Filîstnîyan digrîn, bi her firset û bahaneyê, êrîşî Îsraîl dikin. Sebep; qaşo Îsraîl zilm û zordariyê li Filistiniya dike, bê hiqukîyê dike. De îcar werin em binêrin ka kî zilim û bê hiqukiyê dike? İsrail an Misliman? Bê hiqukî li Îsraîl heye an li nav dewletên Mislimanan heye? Kerem bikin hun qiyas bikin:

Li İsrail’de hejmara Ereba: 1.5 milyon e.

Zimanên fermî: İbranî û Erebî ye.

Zimanê perwerdê; İbranî û Erebî ye.

Di parlementoya İsrail de; Parlementerên Ereb û Yahudiyan tevde kardikin.

Di parlementode, Herkes bi zimanê xwe û ligora kevneşopîyên xwe yên olî sund dixun.

Li İsrail, gerek Ereb, gerek grubên olî an etnikî mafên hemûya ligora normên navnetewî, bi kanunan hatina parastin.

Niha jî em qaşo develeta herî demokratik ya Misliman li Tirkiyeyê binerin;

Li Tirkî nifusa Kurda: 30-40 Milyon e (Ji ber ku hebûna Kurda fermî nayê qebûl kirin, hejmara Kurda texmîniye)

Zimanê Fermî: Tenê Tirkî ye

Zimanê perwerdehîyê: Tenê Tirkî ye.

Li Tirkî bi qasî misaqalî zir heq û huquqê Kurda yê fermî tüne.

Îcar hun bejin, gelo kî zalim e. Kî demokrat e. Kî dijmin e?

Gelo birayên(!) me misliman an? Kafirên(!) Yahudî?

De îcar destê xwe deynin ser vîjdanê xwe û bersiva van pirsa bidin; 

Gelo zalim kiye? İsraîl e, an Mislamanin? Mazlum Kurdin an Filîstînî ne?

Dijminê Kurda Mislimanin an Îsraîl e?

*Ji Facebook hatiye wergirtin

Nerîna min :