Civak

Serok Barzanî pêşwaziya Serok Komarê Iraqê kir

Roja18.09.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Dr Berhem Salih Serok Komarê Iraqê û şandekî li gel kir ku ji Dr Fuad Husên Cîgirê Serok Wezîrê Iraqê û Wezîrê Darayî û hejmarek ji şêwirmendan pêkhatibû.

Li hevdîtinê de ku Hoşyar Zêbarî û Mehmûd Mihemed Endamên Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê û Fewzî Herîrî Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê amade bûn, di derbarê pêşhatên dawî yên siyasî li asta Iraq û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her wiha ronahî xistin li ser peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda, bi taybet pirsên budçeya giştî ya sala nû ya Iraqê, rewşa navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêmê û dariştina yasayan û gef û metirsiyên terorê. Li vî derbarî de tekez li ser berdewamiya diyaloga çareser kirina kêşeyan bi giştî û pabendbûna bi destûr kirin.

Her li vê hevdîtinê de proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê xistin ber behs û tekez li ser pêwîstiya tebayî û yekrêziya aliyên Kurdistaniyan kirin.

 


 

Back to top button