Polîtîk

Malbata Talabanî soz dane Berhem Salih

Malbata Talabanî soz dane Berhem Salih ku wî bikin sekreterê giştî yê YNKê.

Li gor zanyariyên BasNewsê ku ji çavkaniyek nêzîk Berhem Salih ve bidest xistiye, Pavel Talabanî vê dawiyê li gel Berhem Salih guftûgo kirine û rêkeftine ku di kongreya çarem a YNKê de peywire sekreterê giştî yê YNKê wekî xwe bimîne û bo demekî ango bo çar salan Berhem Salih bo wê peywirê erkdar bikin.

Heman çavkaniyê aşkera kir Pavel Talabanî soz daye ku wek malbata Talabanî bo danîna Berhem Salih di wî erkî de hemû piştevaniyekî bikin.

Ji aliyê din ve endamê buroya çavdêriyê û pêdeçûnê yê YNKê Delîl Cemal ku kesekî nêzîk Berhem Salih e, ji basnewsê re ragehand û ew tişta red kir ku kesek hatibe diyar kirin bo wê peywirê û biryar li ser hatibe dayîn. Ji ber ‘’Kongre biryarê li ser dê peywira sekreterê giştî yê YNKê bide.’’

Herwaha got, hîn nayê zanîn gelo peywira sekreterê giştî dimîne yan na, ji ber çend pêşneyarek vê derbarê de heye.

Li gor gotinên Delîl Cemal, ‘’Berhem Salih yek ji wan kesan ku şiyana wî ya rêbertiya YNKê heye, teqez bo YNKê zerûre û ez piştrastim yek ji wan kesan wê peywirê werdigre ku pêgehekî diyar di navenda biryara YNKê de hebe.’’

Herwaha got, divê em hemû li ser vê yek bin, ku kesek bibe kesê yekem ê YNKê. Herçend di kongreya YNKê de mafê her endamekî kongreyê heye xwe wek namzed nîşan bide ev yek wisa ye.

Back to top button