FlaşPolîtîk

Mesrûr Barzanî û Mihemed Tirko civiyan.. Tekezî li ser hevkariya hevbeş hate kirin

Mesrûr Barzanî û Mihemed Tirko civiyan.. Tekezî li ser hevkariya hevbeş hate kirin

  • 2026-07-29

Welat TV – Hewlêr

Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyê Mihmed Tirko tekezî li ser giringiya bihêzkirina peywendiyan di navbera Herêma Kurdistanê û Sûriyê de li ser hemû astan kir.

Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyê îro 29ê Tîrmeha 2026an li Hewlêrê civiyan.

*Bihêzkirina peywendiyan

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku di civînê de, herdu aliyan tekezî li ser giringiya bihêzkirina peywendiyan di navbera Herêma Kurdistanê û Sûriyê de li ser hemû astan kir, nexasim di karta perwerde û xwendinê de.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye hevkarî û hemahingiyê li gel hikûmeta Sûriyê bi hêz bike, ji bo bihêzkirina peywndiyên dualî.

Ji aliyê xwe ve Mihemed Tirko, spasiya Herêma Kurdistanê li ser hembêzkirina bi sedan hezar penaberên Sûrî kir û amaje bi gavên hikûmeta Sûriyê ji bo girngîpêdanê bi xwendina bi zimanê Kurdî kir.

Back to top button