Pentagon: Em çekan didin HSDê û Tirkiye jî jê agahdar dikin
Hevdîtinên ji bo Herêma Aram li Suriye û rojavayê Kurdistanê ,navbera Amerika û Tirkiye de berdewamin. Di heman demê de Amerika arikariyek leşkerî dide HSDê jî.
Serokkomarê Tirkiye daye xûyakirin ku heta du heftiyan Tirkiye û Amerika negihe niqteyek hevbeş dê bikevin nava axa Suriye de. Heftiya pêşiya me Erdogan û Trump hevdîtinekî pêktînin.
Di derbarê herema Aram û rewşa HSDê de, berpirsek ji Pentagon Chris Maier, ji rojnemevana re dibêje ku, Amerika berdewam arikaya HSDê dike û çekan dide wan.Em vî karî gelek bi zelalî dikin, di derbarê çekên ku em didin HSDê heyvane em agahdariyê didin Tirkiye jî.
Berdewamiya daxûyaniya xwe de Chris Maier dibêje: Şervanên Kurd ji herêmê vekişiyane û dewsa wan de Ereb bi cih bûne. Lê li hinek deveran hêja çekdarên YPGê mane.