Hevpeyvîn

Di taliya dîrokê de şermezar dibin

 Endamê Rêveberiya Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û siyasetmedarê xwedî ezmûn Elî Ewnî ji PeyamaKurd re li ser rewşa Şingalê ya defakto ragihand, Şingal herêmeke Kurdistanî ye û em wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) karesatên ku li Şingalê çêbûne û vederkirina Kurdan ji Şingalê û bicîkirina hêzên milîşeyî û rewşa ku derketiye holê, bi ti awayî qebûl nakin. Divê werin ser rêya destûrî û di destûrê de çi hatibe nivîsîn ew were cîbicîkirin. Em dibêjin wê rojek were û gelê Kurdistanê û gelê Şingalê bi serbilindî û bi dilekî xweş vegere welatê xwe.”

Berpirsê PDKê li ser hebûna hêzên girêdayî PKKê li Şingalê diyar kir, Ne li Şingalê ne li Rojava û ne jî li Bakur û Başûr vîzyoneke diyarkirî ya PKKê nîne. PKK bûye hêzeke wisa ku li ku derê hêz lazim be bi îcare (kirê) kar dike.”

Elî Ewnî herwiha dibêje: “Çi PKK û çi grûbên din ên ku li dijî Hikûmeta Kurdistanê bi Heşda Şeibiyê re hevpeymanî kirine, di taliya dîrokê de dê şermezar bibin. Berî wan jî gelek grûbên din şirîkatiya dijmin û dagikerên Kurdistanê kirine, lê îro rûyê wan  tine ku li nav çavê milet binêrin. Bila tavilê vegerin hembêza welat û ji bo welatê xwe xebatê bikin. Ne ku biçin şirîkatiya hêzên wekî Heşda Şeibiyê bikin.”

Berpirsê PDKê Elî Ewnî, rewşa dawî ya Şingalê û çend pirsên din derbarê çarenivîs û dahatuya Şingalê de bo PeyamaKurd bersivandin.

Rewşa aloz a niha li Şingalê, kengî derket holê? Sedemên navxweyî û derveyî ku Şingal di vê rewşê de hatiye hiştin çi ne?

Di xiyaneta 16ê Oktoberê de herêmên Kurdistanî yên li derveyî birêveberiya Herêma Kurdistanê ketiye destê hikûmeta Iraqê û Heşda Şeibiyê ku hêzeke ne yasayî ye, hêzeke milîşe ye û serokatiya wê cûr bi cûr e.

Li Şingalê zêdebarî grubên PKKê hene, ne di deste artêşan de ye û Şingal kontrol kirine. Li Şingalê nêzîkî sêsed hezar nifûs hebû, lê ji ber kêşeyên li Şingalê û Heşda Şeibiyê, hêzên din û PKKê bi navê êzidiyan xwe bi çek kirine û xwe kirine muxtar.

Millet di nava kampan da maye û nikarin biçin ku hejmarek ji wan jî ji neçarî çûne Ewropa. Niha zêdetirî dused hezar xelkê Şingalê li kampên Duhok û Hewlêrê dimînin. Em wekî Hikûmeta Kurdistanê hewil didin wê defaktoya ku bi xiyaneta 16ê Oktoberê çêbûye qebûl nekin. Ji aliyê siyasî û dîplomasiyê ve em bi hikûmeta Iraqê re û bi saziyên navdewletî re peywendiyan datînin da ku deverên bi madeya 140î hatine cudakirin bi hikûmeta Kurdistanê ve bêne girêdan.

Hizba PKKê li Şingalê hêzeke çawa damezirandiye û çi daxwazên wan hene?

Ne li Şingalê ne li Rojava û ne jî li Bakur û Başûr vîzyoneke diyarkirî ya PKKê nîne. PKKe bûye hêzeke wisa ku li ku derê hêz lazim be bi îcare (kire) kar dike. Niha bi awayekî fermî hêzên PKKê meaş û derfetên xwe ji Heşda Şeibiyê werdigire.

Çawa ku Heşda Şeibiyê çend grûb in; Grûbeke wê Hekîm e, grûbeke wê Mukteda es Sedr e û grubeke din Feyyaz e. Çawa ku çendîn grûbên cuda cuda yên Heşda Şeibiyê hebin, PKK jî wisa yek ji wan grûban e. PKK di partîkê de beşeke ji hêza milişyeyî ya şîe ya deverê ye. Çimkî hem hemû derfetên xwe û hem jî hemû bername û hişmendiya xwe û hem jî çekên xwe ji wan werdigirin. Ew tiştekî naxwazin. Ew tenê dixwazin Şingal bo Kurdistanê nebe. Şingal bo Iraqê bo Sûriyê, bo ku derê dibe bila bibe, lê tene bo Kurdistanê nebe.

Bernameyeke çawa li pêş Hikûmeta Kurdistanê heye ku rewşa Şingalê aram bibe û koçber car din vegerin ser şûn û warên xwe?

Mixabin hejmareke zor ya awareyên xelkê Şingalê û ereb û miletên din jî li kampên me dijîn. Ji aliyê aborî û ekonomiye, ji aliyê serwîs û ximetguzariyê ve kêm zêde bargiraniyeke mezin ketiye ser milê hikûmeta Kurdistanê ve, lê Hikûmeta Kurdistanê heya vê saetê jî di bin ambargoyê de ye û her dem li ser mijara pere û avakirina îmkanên rêvebirinê ligel hikûmeta navendî di peywendiyê de ye. Lê hêj ev kêşe çareser nebûne. Her çendî nêrîna Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî baş be jî ew kom û grûbên parlementerên di parlementoya Iraqê de bi hişê Ebadî û Malikî û jê xirabtir jî serederiyê dikin. Ji ber van kêşeyan em nikarin xizmeteke baştir ji birayên xwe yên li Şingalê bikin. Di nava welat de ne, lê îmkanên welat hindik in. Hikûmeta Iraqê û heta saziyên navdewletî jî ji bo van însanên ji cih û warên xwe rabûne û ji neçarî mişext bûne, ji bajarekî bo bajarekî, ji welatekî bo welatekî din, ev şermezariyeke mezin e bo wê hikûmetê ku ji bin vî barî nerabûye.

Pêwîstiya devera Şingalê bi rêveberiyeke çawa heye? Çi kar li ser nehiştina vê rewşa defakto tê kirin?

Niha em ligel Hikûmeta Iraqê bi her awayî kar dikin ku ev rewşa defakto ya ku di encama xiyaneta 16ê Oktoberê bi cî hat û YNK û grûbên din kirin ku ev karesat pêk were, em vê bi awayekî yasayî vegerînin ser mafên xwe yên destûrî, di yasayê de çi hatibe nivîsîn em wê cîbicî bikin. Em hem bi Neteweyên Yekbûyî û hem jî tevahiya civaka navdewletî, hem jî bi hikûmeta Iraqê re kar dikin. D idestûrê de çi hebe divê ew were cîbicîkirin. Nabe tiştê bi dilê xwe cîbicî bikin û tiştên ne bi dilên wan cîbicî nekin.

Ji bo dabînkirina ewlekariya Şingalê pêwîst e çi bê kirin?

Ji hikûmeta Iraqê daxwaziya me ew e ku Heşda Şeibiyê û Supaya Iraqê nava bajaran terk bikin. Ewlehiya Kerkûk û Şingal û Xaneqîn ji aliyê polîsên bajêr ên federalî ve were dabînkirin û hêzên Pêşmerge û hêzên artêşa Iraqê pêkve bi şirîkatî herêmên derveyî bajêr biparêzin. Di nava bajêr de leşker û polîs nabe.  Li ser kolanan leşker û tank çi dikin?

Daxwaza me ev e û ji aliyê teorik ve em nêzîkî hev bûne, lê ji aliyê pratîkî ve heya vê gavê tu pêşketinek çênebûye. Ew grûbên Heşda Şeibiyê baş guhdariya Serokwezîran nakin. Mixabin Heşda Şeibiyê zêde guh li fermanên Dr. Adil Ebdulmehdî nake. Mesele, biryar dan ku grûbên Heşda Şeibî ji Mûsilê derkevin, lê qet hesabê wî nehat kirin.

Wekî PDK helwesta we taybet bo Şingalê çi ye? Çi peyama we bo hêzên PKKê yên li Şingalê heye?

Şingal herêmeke Kurdistanê û gelê Kurdistanê ye. Şingal birîneke kûr e di dile me de. Wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG) û wekî Partî Demokratî Kurdistanê (PDK) karesatên ku li Şingalê çêbûne û vederkirina Kurdan ji Şingalê û bicîkirina hêzên milişyayî û rewşa ku derketiye holê bi tu awayî qebûl nakin.

Divê werin ser rêya destûrî û di destûrê de çi hatibe nivîsîn, divê ew were cîbicîkirin. Em dibêjin wê rojek were û gelê Kurdistanê û gelê Şingalê bi serbilindî û bi dilekî xweş vegere welatê xwe.

Çi PKK û çi grûbên din ên ku li dijî Hikûmeta Kurdistanê bi Heşda Şeibiyê re hevpeymanî kirine, di taliya dîrokê de dê şermezar bibin. Berî wan jî gelek grûbên din şirîkatiya dijmin û dagikerên Kurdistanê kirine lê îro rûyê wan  tine ku li nav çavê milet binêrin. Bila tavilê vegerin himbêza welat û ji bo welatê xwe xebatê bikin. Ne ku biçin şirîkatiya hêzên wekî Heşda Şeibiyê bikin.

PeyamaKurd: Em gelekî spasiya cenabê we dikin ji bo van daxuyaniyan.

Elî Ewnî:  Ez spasiya we dikim. Serkeftin bo we.

( Peyamakurd)Elî Ewnî

Back to top button