Polîtîk

Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Amerîka rewşa Iraqê guftûgo kirin

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û birêz Matthew Tueller Balyozê Amerîka li Iraqê rewşa siyasî û emnî ya Iraqê guftûgo kirin û xweşhaliya xwe bi wê rewşa erêniya li Iraqê bi giştî û li navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal da heye nîşan da. Her wiha tekez li ser girîngiya berdewamiya guftûgoya Hewlêr û Bexda ya ji bo çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûrê kirin, bi taybetî jî pirsên di derbarê maddeya (140) û budçe û dosyeya neft û parêzgeha Kerkûkê.

Li vî derbarî de Serok Nêçîrvan Barzanî, dûpat kir ku Herêma Kurdistanê li hewlên ji bo çareserkirina kêşeyan li gel hikûmeta federal berdewam dibê û ronahî kir ku mekanîzmekî guncav ji bo çareserkirina kêşeyan pêwîste, bi cûreyek li hevdû gihîştina siyasiyan bikin hengavên kirdarî.

Nîvroya îro çarşem 18/09/2019 li civînek da li Hewlêr ku birêz Konsolê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê amade bû, her dû alî behsa metirsiyên serhildana teror û tundiyê li navçeyê kir, bi awayek ku hê jî li vî derbarî de piştgîriya hevpeymaniya navdewletî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîste.

Nirxandina rewşa siyasî û pêşketinên Herêma Kurdistanê, koçber û penaber û çawayiya vegerandina wan ya cihên wan, rewşa pêkhatan li Herêma Kurdistanê, serdana birêz Balyozê Amerîka li Iraqê ji bo çend şûnewarekî qela Hewlêrê û hevkariya çandî ya Amerîkî ji bo Herêma Kurdistanê, aliyekî dinê civînê bûn.

Back to top button