Serok Barzanî pêşwaziya Cîgira Wezîrê Derveyê Amerîkayê kir

Li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanima Victoria Taylor Cîgira Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîkayê kir.
Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û emnî û pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê û Sûriye de danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha Cîgira Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîkayê, ji bo şandina nûnerê xwe yê taybetî li Sûriyê û hevdîtina wî ya bi aliyên Kurdên Sûriyê re destxweşiyê li Serok Barzanî kir û tekez jî li wê yekê kir ku Amerîka piştgîriya hemû hewlek dike ku bibê sedema hevdû nêzîkbûna aliyên Kurdan û her wiha pêkhatina aramiya li Sûriye û navçeyê.
Li beşeke dinê vê civînê de peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û hewlên ji bo çareserkirina kêşeyan guftûgo kirin.
Her li vê hevdîtinê de şanda mîhvan xweşhaliya xwe ji bo danustandina di navbera aliyan û bi lezbûna hengavên ber bi damezrandina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand.
Gefên derketina terorê û pêwîstiya parastina aramiya Iraq û navçeyê mijarên dinên vê hevdîtinê bûn.