Cîhan
Erdogan pêşwazî li wezîrê derve yê Sûrî kir

Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê, Wezîrê Karên Derva yê Rêveberiya Nû ya Sûriyeyê Esed Hesen Şeybanî, Wezîrê Parastinê Merhef Ebû Kasra û Midûrê Teşkîlata Îstixbarata Giştî Enes Hattab qebûl kir.

Li gora daxûyaniya serokomariya tirkiye, di hevdîtinê de rewşa dawî ya Sûriyê û gavên ku ji bo parastina yekparçeyiya axa wî welatî tên avêtin hatin gotûbêjkirin. Erdogan diyar kir ku rêjîma Esed wêraniyeke mezin li pey xwe hiştiye, ku Tirkiye dê piştgiriya pêwîstiyên bilez ên gelê Sûriyê û xebatên nûavakirinê bike, û di vê çarçoveyê de tekezî li ser giringiya rakirina dorpêçên navdewletî yên li ser Sûriyê kir.