Kultur

Ez aşê sebirê me

Her şev

hestên min yên tevzînok

di nalîna stranên keserkûr de

mest dibin

qedera sersem

li nav qermîçokên eniya min

konê xwe vegirtiye

bêşansiya salên kambax

xwe li stûyê şadiyên min

alandiye

ji asîmanên bihara rengîn

xwelî û xubar li ser xewnên min

dibarin

dilê mesûm

li nav parsûyên jihevketî

kutekut e

alfabeya temen

di deftera demsalên piştxûz de

tarûmar bûn

kovanên mijgirtî

bi qefesa salên  westiyayî ve

hatine daliqandin

çirûskên zanyariyê

di asoya ramanên şêlû de

direqisin

li newalên hinavên min

karwanên sebirê

derbas dibin

ez

li bêxewiya şevên kor

heyveroniya derûniya xwe me

li dengvedena kendalên dirinde

derwêşekî gerok im

di rêya êş û xeman de

rêwîtiyê dikim

li aşê serkeftinê

êşkenceya çaxên genî

dihêrim

mucîzeyên jiyana nependî

di wîzewîza bayê dîn û har de

kifş dikim

kelkela birînên kezeba xwe

bi maçên xunava lêvên yarê

dikewînim

şûrê zaliman

li ber nefsbiçûkî û xweşbîniya xwe

ditewînim

tenêtiya giyanê xwe yê qefilî

bi kirasê hêviyên nîvcomayî

dipêçim

li nav bagera tirs û endîşeyan

xwe li siya xeyalên tewişî

radigirim

ji pêsîra rojên bêbext

meya kêfxweşiyê

dinoşim

mîna çîçekên bêhnxweş

di qelşa qolincên zinaran de

dipişkivim

û geş dibim

ez ê

wek volqanên serhêldêr

biteqim

û di mêjiyê xêrnexwazan de

agir bipijiqînim

Xizan Şîlan

2014-04-06

Stockholm

Back to top button