Trump agirbesta li Xezzeyê ragihand

Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump bi fermî agirbesta li Xezeyê ragihand û got: “Berî ku em herin Koşka Spî, me destkeftiyên mezin bidest xistin.”
Trump amaje bi wê yekê: “Divê Xeze careke din nebe gef.” Herwiha got: “Agirbesta li Xezeyê, destpêkek ji bo karekî mezintir e.”
Li gora ragihandina Ajansa AFPê, piştî hevdîtina Serokwezîrê Qeterê Mihemed bin Ebdulrehman Al Sanî bi heyetên Hamas û Îsraîlê re li ofîsa xwe, Îsraîl û Tevgera Hemas li ser agibestê li Xezzeyê û pevguhertina girtiyan di navbera her du aliyan de lihev kirin.
Qeter ku li kêleka Amerîka û Misirê rola navçitiyê dilîze, piştrast kir ku danûstandin “di qonaxên xwe yên dawîn de ne” û astengiyên dawî yên ji bo gihîştina lihevkirinê hatine “çareserkirin”.
Kanala “Qahîre News”” a nêzîkî desthilata Misrê ragihand, lihevkirina agirbestê ji sê qonaxên bi hev ve girêdayî pêk tê, qonaxa yekem dê di nava 42 rojan de were cîbicîkirin.
Diyar kir, “qonaxa yekem rawestandina demkî ya operasyonên leşkerî ji aliyê her du aliyan ve lixwe digire, ligel vekişîna Israîlî ber bi rojhilat û dûrî deverên niştecîhbûnê û li ser sînorê hemû deverên karta Xezzeyê bi cih bibin.” Herwiha firokeyên leşkerî û çavdêriyê yên Îsraîlê rojane ji bo heyama deh demjimêran li ser Xezzeyê radiwestin.
Di êrîşa Hemasê ya 7ê Cotmeha 2023an de, 251 kes dîl hatin girtin ku 94 ji wan hêj li Kerta Xezzeyê girtî ne, artêşê jî kuştina 34 kesan ji wan ragihand. Herwiha li gorî amaran, ji 7ê Cotmehê ve, 1210 kes li Îsraîlê hatin kuştin ku piraniya wan sivîl bûn.
Li gorî daneyên ku ji hêla Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê ve hatine weşandin ku ji hêla Neteweyên Yekgirtî ve pêbawer têne dîtin, zêdetir ji 46 hezar û 707 Filistînî, ku piraniya wan jin û zarok in, di operasyonên leşkerî yên Îsraîlê de li Xezzeyê hatine kuştin.