Roja pêncşem 21.02.2019 li Selaheddîn Serok Barzanî pêşwaziya Îrec Mescîdî Balyozê Komara Îslamiya Îranê li Bexda û şandekî li gel kir ku ji Konsolên Komara Îslamiya Îranê li Hewlêr, Silêmanî, Kerbela û Necefê pêkhatibûn.
Li hevdîtinê de rewşa siyasiya navçeyê û proseya siyasiya Iraqê guftûgo kirin. Her wiha ronahî xistin li ser peywendiyên di navbera Herêm û Bexda û nirxandina erênî ya serdana derbasbûyiya Serok Barzanî ya Bexdayê kirin.
Li beşekî dinê vê civînê de berfirehtir kirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Iranê dûpat kir.
Proseya siyasiya Herêma Kurdistanê û hengavên pêkanîna Hikûmet û Parlemena Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
Serdana Balyozê Îranê ya Hewlêr û hevdîtina li gel serok Barzanî di vê qonaxê de gelek girînge. Tê zanîn ku YNK li Kurdistanê li gora siyaseta Îranê tevdigere û piştî YNK tevlî civîna parlementoyê nebûyî, vecarê Îran kete dewreyê. Dixwyê babeta herî girîng di hevdîtinê de rewşa YNKê bû.