Serok Barzanî pêşwaziya Balyoz, Konsol û Nûnerên welatan kir
Li Hotel Xanzad ya li bajarê Hewlêrê, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta cejna Newroz û sala nû ya Kurdî, mîhvandariya hejmarek Balyoz û Konsol û Nûnerên welatan û rêxistinên navdewletiyên li Iraq û Herêma Kurdistanê kir.Di destpêka rêwresmê de Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, gotara Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêş kir, li gotarê da spasî û bi xêrhatina mîhvanan kir û behsa girîngiya cejna neteweyî ya Newrozê li jiyan û dîroka gelê Kurdistanê da kir, her wiha tîşk xiste li ser mafê gelê Kurdistanê ya ji bo diyarkirina çarenûsa xwe.Her li vê gotarê da, spasî welatên dost û hevpeymanên Herêma Kurdistanê kir, ku li şerê dijî terorîstên Da’îş da yarmetiya Herêma Kurdistanê dane û palpiştê gelê Kurdistanê bûne.


