Polîtîk

PDK: Ji bilî serxwebûna alternatîvek din tuneye

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di peyama xwe ya Newrozê de tekîdê li ser serxwebûna Kurdistanê û kurdistanîbûna Kerkûkê dike û dibêje: Ji bilî serxwebûna Kurdistanê tu alternatîvek din li pêşiya herêma Kurdistanê nîne û Kerkûk beşek ji axa Kurdistanê ye û serxwebûna Kurdistanê bi Kerkûkê ve girêdayî ye.PDK di peyama xwe de behsa tekoşî, xebat û qurbaniyên ji bona bidestxistina mafên rewayên gelê Kurdistanê dane dike û dibêje ku divê di vê rewşa hestiyar û nazik de hemû alî û partiyên siyasiyên Kurdistanê ji bona serxwebûna Kurdistanê bibin yek deng û nakokiyên xwe yên navxwe çareser bikin.Li gor peyama PDKê, îro dever bi giştî ber bi guhertinên mezin diçe û derfetek dîrokî ji bo gelê Kurdistanê hatiye, ji ber hindê wezîfeya ser milê hemû alî û rêxistinên siyasiye ku biryara xwe bidin û çarenivîsa xwe yekal bikin ku ew jî serxwebûna Kurdistanê ye. PDK behsa giringiya Kerkûkê weke beşek ji axa Kurdistanê dike û dibêje klu Kerkûk dilê Kurdistanê ye û serxwebûna Kurdistanê bê Kerkûkê nabe.

Back to top button