Cîhan

Trump bi germî pêşwaziya nûnerê Kurdistanê kir

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li gel şandeki serdana Amerika kir û li gel serokê Amerika hevdîtinek pêkani. Di şanda Ebadi de nûnerê Kurdistanê jî amade bû. Fuad Huseyn serokê Divana serokatiya Kurdistanê wek nûnêrê serokê Kurdistanê Mesud barzanî di şanda Ebadî de cigh girt.Fuad Huseyn li gel wezîrê derve yê Amerika jî hevdîtinek pêkanî.Huseyn behsa hevdîtina xwe dike û dibêje Trump gelek bi germî pêşwazî kir û dê pêwendiyên Amerika û Kurdistanê gelek berûpêştir herin.Fûad Husên da xuyakirin ku şanda herdu aliyan di civînêk berfireh pêkanîne û dibêje: Trump tekez kir, ku di şerê li dijî DAIŞê de dê piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Iraqê berdewam be.”Husên diyar kir, ku Trump daxwaz kiriye, ku pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bên çareserkirin û herwiha hêviya xwe ya derbarê pêşveçûna pêwendiyên Iraqê û Herêma Kurdistanê jî aniye ziman.   

Back to top button