Polîtîk

Serok Barzanî li gel partiyên Kurdistanê civiya

Li civînê de, Serok Barzanî li dawiya pêşketinên proseya siyasiya Iraqê û hewlên li pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê nirxand û ragihand ku piştî hilbijartinê destêwerdana li proseya siyasiya Iraqê ewqas zêdetir bû ku dîmena siyasiya Iraqiyan têk dabû, heta gihiştibû wê radeye ku li benda metirsiyeke mezin jî dihate kirin. Wekî beşekî ji vê Iraqê û wekî pêkhatekî serekiya vî welatî û piştî pêwendîkirina li gel hêz û aliyê siyasiyan û wergirtina bîr û rayan sebaret bi wê destpêşxeriya ku niyaz bû bixim rû, êdî me destpêkir bi pêwendîkirin û rêkkeftina li ser sazdana komek civînên berayî li Bexda û bi mebesta komkirina hêz û aliyan li çarçêweya destpêşxeriyê da û êdî piştî wê kombûna berayiyan rêkkeftîn li ser girêdana kombûneke serkirdeyê wan hêz û aliyan ji bo çareserkirina pirsê helawestiyên li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û kombûn jî serket û rêkkeftîn ku berî rûniştina Encumena Nûneran dirêjiya kombûnên li Bexda bêdayîn û li wir jî me karî nêrîn û dîtinan li hevdû nêzîk bikîn û çareseriya komek pirsgirêkan bikîn ku rêgirbûn li ber rêkkeftineke hemû alî. Eve jî li ser rizamendiya wan hêz û aliyên Iraqê li ser karnameya Kurdistanî ya her (19) xalek ve heye.

Li ser posta Serokayetiya Komar zexteke zêde li ser me hebû, li rastiyê da du cûre zext hebû, zextek ji dostê Emerîkiyan û zextek ji aliyên din, zexta Emerîkiyan li wir da xwe dibînê ku eger wê postê bidin pêkhatekî din dibe ku pirsgirêkê pê‌ çareser bikin. Raya me ewe bû ku eve neku her bi tenê ziyanê Kurd dibû belku bi ziyana hemû Iraqê jî dibû.

Sebaret bi zexta aliyên din jî mebest ewe bû ku şewket û kerameta Kurd bê şikandin wate vê postê ji bo Kurd bi rewa nedidîtin wekî kemînehî û Kurd hemwelatiyê pileya dû ye mafê wî yê wê yekê tûne wê postê wergirê‌ ku birastî eve Kurd birîndar kir û wiha lêkir ku pêdagîriyê li ser wê postê bike wekî pareke netewî. Li rastiyê da eger eve li pirseke asayî û dûrî li demargîriyê da wiha bikirabûya dibe ku gelek asahî dibû lê belê li rewşeke wiha da zehmet bû Kurd pê razî bibê. Ji ber ku mesele bû bi meseleya parastin û bergirîkirina kerameta neteweyî.

Ji bo wê yekê li vir da pir bi dil spasî hemû aliyekî Kurdistanî dikim ku li ser vê helwesta neteweyiya wan, em wekî Kurd pêkve buyîn ji bo wê yekê me karî serkeftinê bidestbixîn û posta Serok Komarî ji bo Kurd dabîn bikîn. Birastî wê yekrêziya me hêzekî mezin dame û hêvîdarim ew yekrêziya gelê Kurdistanê berdewam bibê. Ji ber ku me qonaxekî din jî li pêşe û ew qonax jî pêwîstî bi berdewamiya wê yekrêziyê dike.

Paşê Serok Barzanî tîşk xiste li ser reftarên dawiya Lîsta El Iraqiye ya li nav Encumena Nûnerên Iraqê da û wiha keremkir: Ku mesele hate li ser hilbijartina Serok Komar hinek Parlementerê Lîsta Iraqiye bi awayeke neşîrîn reftarê kirin û hola Parlemenê bi cîh hiştin ku nediviya bi wî awayî reftarê bikin bi taybetî ku ez û Dr. Eyad Elawî û Nurî Malîkî me belgenameyek îmza kiribû. Ewan wiha kir ku divê‌ bête ragihandin, fî’îlen hate ragihandin lê belê wan dixwest encumen deng li ser bide ku tu pêwendiyekî bi Encumen ve tûnebû, belku pêwendî bi çend îcraatekî yasayî û destûrî ve hebû. Ez niha jî rêz li îmzaya xwe digrim û lê ne poşmanim.

Em Kurd divê‌ şanazî bi wê yekê bikîn ku me karî pirsgirêkeke wiha mezin çareser bikîn û Iraqê ji wê tengasiya siyasiya ku lê ketibû rizgar bikîn û îro jî li kombûna Encumena Nûneran da ku Lîsta Iraqiye jî têda amadeye li gor ku ez agahdarim pirs gelek erêniye û Lîsta Iraqiye jî ragihandiye ku derketina wan li rûniştina Encumenê de bi sedema hevdû tênegihiştin bûye û amadeya xwe nîşandaye ku Hikûmetekî hevbendiya nîştmaniya rasteqîne bête holê.

Sebaret bi wê kara tundutîjiya ku beramber bi birayê mesîhiyan tê kirin, Serok Barzanî ragihand ku birayê mesîhiyan li jêr zexteke mezin dane ji bo wê yekê dûbare dikim ku dergehên Herêmê ji bo wan vekirîne û wan û hemû pêkhatên din dilniya dikim ku çawa bergiriyê li Kurd dikim wiha jî bergiriyê li birayên Tirkmen û Aşûrî Kildan û Suryan dikim, belku bi zêdehî jî.

Li dawiya civînê de, Sekreter û Emîndarê Giştî û Nûnerên hêz û aliyê siyasiyan dîtin û nêrînên xwe sebaret bi serkeftina destpêşxeriya Serok Barzanî xistin rû û vê serkeftinê jî bi serkeftinekî mezin danîn ji bo gelê Iraqê bi giştî û gelê Kurdistan bi taybetî û behsa pêdagîriya Serok Barzanî jî li wergirtina posta Serok Komar ji bo Kurd kirin û hêvî xwestin ku ev yekrêziya gelê Kurdistanê berdewamiya xwe hebê ku bûye sedema gihiştina Kurd bi vê encama baş û ji bo dûbare hilbijartina bi Serok Komarê Iraqa Federal pîrozbahiyê jî li Serok Celal Talebanî kir.

Back to top button