Polîtîk

Konsolê Misrê li Kurdistanê dest kar kir

Silêman Osman konsolosê konsolxaneya Misrê ya li herêma Kurdistanê dest bi karê xwe kir û bi vê minasebetê serdana fermangeha têkeliyên derve yên hikûmeta herêma Kurdistanê kir û ji aliyê Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve hat pêşwazî kirin û di dîdarekê de her du aliyan behsa qonaxa nû ya peywendiyên navbera herîêma Kurdistanê û Misrê kir.

Di dîdarê de Silêman Osman konsolosê konsolxaneya Misrê ya li herêma Kurdistanê rewşa aram herêma Kurdistanê bilin nirxand û hêvî kir ku ew di dema karkirina xwe de weke konsolosê Misrê bikare sewiya têkeliyên Hewlêr û Qahîre bigihîne astekî bilindtir. Herwesa Osman got ku vekirina konsolxaneya Misrê li Hewlêrê, ji bo her du gelên dost ku bikarin di hemû waran de têkeliyên xwe pêşde bibin, derfeteke dîrokî ye.

Ji aliyê xwe ve Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve, bi minasebeta destbikarbûna wî weke konsolosê Misrê li herêma Kurdistanê, pîrozbahî li Silêman Osman kir û got ku fermangeha têkeliyên derve amade ye hemp hevakrî û alîkariyan pê re bike.

Herwesa Mistefa tekîd li ser pêşdebirina têkeliyên di warê siyasî, abûrî û rewşenbîrî kir û got ku ev pêngava hikûmeta Misrê dê ji bo xizmetkirina berjewendiyên her du aliyan, derfeteke baş be

Her du aliyan behsa rewşa herêma Kurdistanê û Îraqê kir û serkeftina destpêşxeriya serok Barzanî ku bo sedemê rizgarkirina Îraqê ji wê aloziya tê den bilind nirxand.

Back to top button