Kultur

5. Cîlda Dîroka Împeratoriyên Berî Zayînê derket

Ji Weşanên  HAN cîlda 5. ya Dîroka Împeratoriyên Berî Zayînê

Cîlda dawî ya 5. ya   Dîroka Împeratoriyên Berî Zayînê ji aliyê Weshanên Han hat weşandin

Berî niha jî Dîroka Împeratoriya Med, lêkolîneke li ser Eşîra Bêrtî  û cildên 1., 2., 3., 4., Dîroka Împeratoriyên Berî Zayînî yên nivîskarî ji aliyê Weşanên Han hatibûn weşandin. Bi vî aweyî 5 cildên hemî yên vê xebata dûr û dirêj jî hati weshandin. Dihête ragîhandin ku eleqeyeke mezin ya xwendevanên Kurd bo van berhemên bi nirx heye. Her wisa taybetiyeke van berheman jî ev e ku di zimanê Kurdî (Kurmancî) de wek dîrokrêziyeke ansîklopedîk xebateke yekemîn e.

 

Ayhanê Bêrtî di sala 1974-an de, li navçeya Depê ya ku jê re Qereqocana Dêrsimê tê gotin, hate cîhanê. Wekî ji navê wî jî diyar dibe, bi eslê xwe ji Eşîra Bêrtiyan e û ji ezbeta Melemeran, neviyê Mehmûdê Qeyê ye. Ayhanê Bêrtî sê salan piştî dibistana (xwendina) amadeyî derketiye Ewrûpayê û ji sala 1993-yan vir ve, li Berlîna Germenîstanê jiyana xwe berdewam dike.

   Herweha Ayhanê Bêrtî demeke dirêj e ku ji bo rojname, televîzyon û kovarên Kurd hem nivîs û gotaran dinivîse û hem jî karê wergerê dike. Ev nivîs û berhem bi gelemperî mijarên wekî: Dîrok, biyografî, dokumentasyon û pirsgirekên civaka Kurd, di naveroka xwe de dihewînin.

Nahê Xan

 

Dîroka Împeratoriyên Berî Zayînê, cîld 5, (332 rûpel),

Weşanxaneya Han, Berlîn 2010 (Kurdî)              

ISBN 978-3-940997-22-7

14,00 €

Weşanên HAN: Lêkolîn-Dîrok 7

Berlîn-2010/Mijdar

 

Dîrok

Du wateyên bêjeya Dîrokê hene. Yek ji bûyer û kiryarên ku di demên kevin de bi gelemperî ji aliyê mirovan ve çêbûne û pêk hatine re dîrok tê gotin. Û ya din jî, ji agahî û zanyariyên ku di encama lêkolîn û xebetên ku derbarê bûyerên di demên bihûrî de hatine peydakirin re dîrok tê gotin.

   Ji ber ku bûyereke ku di demên kevin de pêk hatiye êdî derbas bûye û careke din nikare ji nû ve pêk bê. Lewre riyekî ku mirovan serarast bibe paşerojê jî nîne, lê mirov dikare bi hin zanyariyên ku derbarê bûyerên paşerojê de hene, dîrokê bîne ber çavên xwe. Ji vê pêve jî, ji bo ku mirov bikare vê yekê bîne ber çava, bêguman hewcedarî bi delîl û ispatên ku paşerojê li paş xwe hiştine heye.

   Di zimanê dîrokzanan de, ji van delîl û ispatan re çavkanî yan jî jêder tê gotin. Hem ji nivîsên ku di demên kevin de derbarê mijarekî de ji aliyê dîrokzanan ve hatine nivîsîn û hê îro jî hene re û hem jî, ji dîtinên arkeologan re, çavkanî yan jêder tê gotin. Bêyî van tiştan dîrok nîne. Herweha çîroka hin bûyerên ku di demên kevin de pêk hatine jî, divê bi şiklekî, ji aliyê mirovan ve, ji bo pêşerojê bê ragihandin, lê li ser rastiya vê çîrokê divê qenc bê fikirîn û ev angaşt bi awayekî moqûl bê nirxandin.

   Ligel van hemû tiştan, tu kes tu caran nikare paşerojê derxe holê û bidarizîne, ango bi tenê yê ku bi xwe di paşerojê de jiyaye, ew dikare derbarê bûyerên ku di paşerojê de qewimîne û pêk hatine de, biryarê bide. Lê em hemû bi paşerojê ve girêdayî ne û tu caran nikarin xwe ji bin bandora wê rizgar bikin. Em her yek endamên civakekî ku di demên kifşe de li gor kevneşop, çand û wêjeya xwe jiyaye ne û derbarê tiştên ku me dîtine û hatine serê me de jî xwedî tecrûbe ne.

   Em bi navgîniya tevahiya van tiştên ku di encama kiryarên mirovan de derdikevin holê difikirin, lêdikolin û mûhakeme dikin. Û em bi van zanyariyên ku bi vî awayî bi dest dixin, hem dîrokê û hem jî pêşerojê dinirxînin. Herweha riyekî ku em bikarin dîrokê bînin ber çavê xwe jî ev e ku divê em hay ji dîroka jiyana rojane hebin û kevneşopên bav û kalan bidin berdewamkirin. Û riya din jî divê dîrok bi awayekî zanîstî û dilsoz bê nivîsîn, da ku paşeroj ji pêşerojê re bê ragihandin.

   Di warê dîroka bi nivîskî de jî, her dîrokzanek ji bo berhema ku dinivîse li gor mijarê carna çavkaniyên cûda bikar tîne. Lê dîrokzanên ku li ser paşeroj û dîroka xelkê xwe nivîsîne, li gor şert û mercê demên ku tê de jiyana xwe domandine, bi gelemperî di bin bandora hîsên netewî de mane û agahiyên ku nivîsîne, li gor daxwaziyên siyaseta rêveberiya dewleta xwe nivîsîne. Ji ber vê yekê derbarê rastiya dîroka bi nivîskî de jî, carna li ser heman mijarê agahî û zanyariyên newekhev ango cûda derdikevin holê.

   Loma gava mirov derbarê dîrokê de lêkolînê bike, pirr zelal dibîne ku her dîrokzanekî zanyariyên ku di berhemên xwe de nivîsîne, ji jêder û çavkaniyên cûda wergirtine û piştî ku li gor fikir û ramanên xwe şîrove kirine, pêşkêşî civakê kirine. Ango tu kes nikare bêje ku ev jêder an ew çavkanî derbarê dîrokê de agahiyên herî rast radigihînin. Ji ber ku agahiyên hemû jêder û çavkaniyên ku di demên herî kevin de hatine nivisîn, ji ber van sedemên ku me li jor behsa wan kirine, carna ne di ahengê de ne û ji xwe ev yek jî nepêkan e. 

   Beriya ku em her pênc cîldên vê berhema bi navê „Dîroka Împeratoriyên Berî Zayînê” binivîsin, me bi sedan ji çavkanî û jêderên ewledar lêkolîn kir û ji wan gelek agahî û mîfa wergirt. Di vê berhema ku ji pênc cîldan pêk tê de, dîroka tevahiya nod û pênc împeratoriyên ku berî zayînê hatine damezrandin, bi kurdiyeke hêsan û herikbar hatiye nivîsîn da ku xwendevanên hêja bêzahmet jê fêm bikin û sûdê wergirin.

   Heta ku pêkan bûye navên bajar, mirov û împeratoriyan, mîna yê zimanê berhemên ku wekî çavkanî hatine bikaranîn, hatine nivîsîn. Sedemê vê yekê jî ev bû, ku xwendevan, gava derbarê van navan de lêkolînê bikin, bi hêsanî agahiyan bidest bixin.

   Herweha ji van împeratoriyan hinek zehf biçûk bûne ango bi tenê desthilatdariya li ser yek bajarekî bûne, lê ji ber ku wan heta demekî bi awayeke serbixwe hebûna xwe parastiye, dîrokzanan ew wekî împeratorî bi nav kiriye.

   Di vê berhemê de bi tenê dîroka împeratoriyên ku berî zayînê hatine damezrandin, hatiye ragihandin û ji wan hinekan heta gelek salan piştî zayînê jî desthilatdariya xwe domandiye. Herweha hin xelkan an di heman demê de, yan jî di demên cûda de, bi navên cûda gelek împeratorî damezrandine. Bi mînak ji wan hinek ev in: Xelkê Hîndî, Qoreyî, Grek, Thrakî û hwd. Di destpêka nivîsa li ser her împeratoriyekî de, behsa nîjad, dîrok, çand, ol, wêje, erdnîgarî û abora xelkê ku ew împeratorî damezrandiye, hatiye kirin.

   Bi xebata van her pênc berhemên mezin armanc ew bû, ku Pirtûkxaneya Kurdî jî wekî ya hemû gel û neteweyên din, bibe xwediyê xezîneyekî ku derbarê paşeroj, çand û wêjeya gelek xelkên qedîm ên ku ji medeniyet û şaristaniyan re pêşengî kirine de, agahî û zanyariyan di naveroka xwe de dihewîne. Û gelê Kurd jî, êdî dîrokê ne ji pirtûkên: Tirkî, Erebî, Farsî û hwd., lê serarast ji Pirtûkxaneya Kurdî, ji pirtûkên ku ji aliyê nivîskarên Kurd ve bi zimanê “Kurdî” hatine nivîsîn hîn bibe…!

Ayhanê Bêrtî

22.12.2009           

Navnîshana Daxwezkirinê:

Han-Grafîk Verlag & Werbeagentur

Cranachstr. 62

12157  Berlin/Almanya

Tel: 00 49 (0) 30 47 98 70 52/53

Fax:00 49 (0) 30 47 98 70 54

Deestî: 00 49 178 780 76 83

[email protected]

Back to top button