Polîtîk

Serok Barzanî li gel Hekîm encamên hilbijartinan nirxand

Piştî nîvroya îro sêşem 14/05/2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selaheddîn pêşwaziya Seyîd Emmar El Hekîm Serokê Encûmena Bilinda Îslamiya Iraqê û şanda li gel kir.

 

Li destpêka hevdîtinê de Seyîd Emmar El Hekîm ji bo koça dawiya xuşka rêzdar pirse û serxweşiyên xwe gihand Serok Barzanî, paşê rewşa siyasiya Iraqê û pêwendiya di navbera Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê û pêvajoya navçeyê û guhertin û pêşhatên wê hate nirxandin.

 

Li mijareke dinê hevdîtinê de behsa pêvajoya hilbijartina Encûmena Parêzgehên Iraqê û encamên wê kirin, li vî derbarî de Serokê Encûmena Bilinda Îslamiya Iraqê got: Encamên pêvajoya hilbijartina Encûmena Parêzgehan derxist ku welatî îro hez bi asayîş û aramiyê û dabînkirina xizmetguzariyan dikin. Her wiha li gel diyalog û pêkvejiyan û hikumraniya hevbeş dane û hemû cûre xwesepandinek ret dikin û dixwazin li bexteweriyê de bijîn.

 

Ji aliyê xwe ve birêz Serokê Herêma Kurdistanê bi germî bi xêrhatina Seyîd Emmar El Hekîm kir û behsa nêrîna xwe ya di derbarê çawayiya berev ‌pêşbirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal kirin. Di derbarê encamên pêvajoya hilbijartina Encûmena Parêzgehan jî got: Îro welatî gihîştîne astekî bilinda hişyariyê û gelek bi başî dikarin biryarê li çarenûsa xwe bidin. Her du alî li ser ewe hevrê bûn ku pêvajoya siyasiya Iraqê pêwîste biçê ser rêya dirust û prensîpên hevbeşî û hevsengî û sazî li ber çav bêne girtin.

 

Hêjayî gotinêye îro Seyîd Emmar El Hekîm û şanda li gel serdana Herêma Kurdistanê kirin û li Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê ji aliyê rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêzdar Îmad Ehmed Cîgirê Serokê Hikûmet û Dr Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin.

Back to top button