Kultur

Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be…

Tiştê herî girîng ê ku netewek dike netew, zimanê wî ye. Ziman hebûna netewê ye. Dema mirovek zimanê xwe wenda bike têkiliya xwe yê bi netewa xwe wenda dike.

Em Kurd xwedî zimanek dewlemend in. Divê em li dewlemendiya zimanê xwe xwedî derkevin. Hewceye ku di hemû qadên jiyanê de em zimanê xwe bikar bînin. Divê em bi hemû zaravayên wî zimanê xwe pêş bixin.

Bi munasebeta destpêka veşandina Kovara Hawar, em îro wek cejna zimanê Kurdî pîroz dikin. Em bi vê boneyê hemû kedkarên zimanê xwe bibîrtînin û careke din cejna zimanê Kurdî pÎroz dikin.

Celadet Alî Bedirxan di destpêka hejmara yekemîn a Hawarê van rêzan nivîsandiye:

“Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e.

Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike.

Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin.

Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide nas kirin.

Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e.”

Tevgera Ciwanên Kurdistanê

Back to top button