Kultur

Hemze Begê Muksî

Ji bo seredana gorên nemir û mezinên Kurdan, li buhara sala1991an, ez çûme goristana gundê Dugirê. Li wir, min çend wêne bi kamêra xwe ji kêlên gorabuhuşt Hemze Begê Muksî re kişandin. Lê tişta balkêş ew bû ku helbesteke pir xweş û hêja bi zimanê Kurdî û tîpên erebî li ser kêla wî di kevir de kolayî bû, eve deqa wê ye:

Mamoste Hemze Beg rehberê fîdakar.
Pir kes ji xwe te kirine hişyar,
Raze bi xoşî bes e menale.
Peyman elê me ew hewale.
Roja ko welat bijî bibînim
Ez mijde bi xwe ji bo te bînim.

Hin camêran ji min re gotin ku dibe helbestvanê Kurd ê navdar Hejar Mukiryanî yê ku wê demê mêvanê mala Haco Axa bû, li Tirbespiyê dijî ev helbest di bûneya koçkirina Hemze Begê de gotibe, lê tu belgeyek di vî warî de di destê me de nîne.

Piştî 3-4 salan, careke din ez çûme wê goristanê, min dît ku herdû kêlên gorabuhşt Hemzeyê Muksî şikestî û li ser gora wî avêtî ne!!..
Ez li wan wêneyan vegeriyam, min ew birin cem hunermendekî Kurd û jê xwest ku ew du kêlên nû li gora yên kevin çêbike. Camêr bi rengekî xweşik amade kirin. Min û 4 hevalên xwe Ebasê Mirad, Ehmedê Hiso, Hikmetê Ezîz û Eliyê Remî, da ku gora vî xweşmêrê payebilind winda nebe, û rojekê ew cihê xwe di nav gorên nemirên Kurdan de bigre, me gora wî nû kir û ta vê rojê, ew gor parastî ye.

https://rojevakurd.com/webmail/download.php?folder=inbox&ix=1&mnum=&bound=LS1fMmM1ODM5NjMtZWE0ZS00ZmNjLWJlMzctM2UwMjhlYWEyYjQ3Xw==&part=4&sid={51932144679D8-5193214467D9B-1368596804}&tid=0&lid=5

Roja 07.11.1918an, mamoste Hemze Begê Muksî û birêz Memdûh Selîm û hin hevalên xwe yên dîtir, li Istanbolê kovarek heftane bi navê JÎN, bi zimanê Kurdî û Tirkî û tîpên erebî belav kiriye, gotar û helbestên kurdewariyê tê de weşandine.25 hejmar ji vê weşanê derxistiye, hejmara 25an roja 02.10.1919an hatiye weşandin. Piştî serkeftina Mustefa Kemal û daqurtandina wî ji hemû sozên xwe re, fermana dardakirina hemû zana û xebatkarên Kurdan daye, ku yek ji wan jî, Hemze bû. Wî xwe gihandiye binxeta Sûriyê û xebata xwe berdewam kiriye. Beşdarî kongreya Xoybûnê bûye.

Di warê rewşenbîriyê de jî, wî pêşgotnek bi navê Hemze ji destana Mem Û Zîn a Ehmedê Xanî re nivêsandiye, û yekemîn car li bajarê Helebê çap kiriye.
Gora te buhuşt be xebatkar û rewşenbîrê mezin Hemze Begê Muksî, ey”rehberê fîdakar”!!. Gelê te, te ji bîr nake!..

Ev çend wêne di alboma min de parastî ne, yên 13.11. 1995an, roja ku me kêlên nû ji gora nemir re danîn û gora wî nû kir.

*Nawaf bişar Abdullah
14-5-2013

*Nivsîkar û  zimanzan- desteya kovara PIRS ê- qamişlo
[email protected]

Back to top button