Dosya

Yekem grûpa çekdarên PKKê gehişt başûrê Kurdistanê (VIDEO)

Îro serê sibehê saet 06:30 yekem grûpa çekdarên PKKê ji bakurê Kurdistanê, ji devera Wanê, gehiştin navçeya Kanîmasê ser bi wîlayeta Duhokê li başûrê Kurdistanê û li gundê Serero ji aliyê hijmareke çekdarên PKKê yên li başûrê Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin.. Ev grûpa çekdarên PKKê ku, li gor ajansên nûçeyan ji 15 çekdaran pêkdihat, piştî 7 rojan birê hatîn, duhî bi şev tixûbê bakûr û başûrê Kurdistanê derba kir û bê ti problem gihiştin başûrê Kurdistanê.

Li gor ajansên nûçeyan, hiujmareke mezin ya kanalên mediyayê û rojnamevan, ji bona şopandina vekişîna yekem grûpa çekdarên PKKê, ama debûn. Yek ji wan rojnamevanan, rojnamevanê navdar Hesen Cemal bû. Cemal di daxuyaniyekê de li ser gehiştina yekem grûpa çekdarên PKKê dibêje:

          Ez bûm şahidê vê bûyera dîrokî. Rojek gelek bi heyecan e. min vekişîna grûpek îekdaran dît û ev gav ji bo aşitiyê gelek giringe. 

Back to top button