Vîdeo

Serok Barzanî li 3. Kongreya Tenduristiya Mezopotamya li Dihok

 

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Xuşk û birayên berkeftî

Hun hemû bi xêrhatin, serçavan

Hun bi xêrhatin bo Dihoka rengîn û bo Herêma Kurdistanê

Ez pir bi dil spasiya we dikim ji bo vê zehmetiya we kêşayî hun ji rêkên dûr hatine bo sazdana vê kongreyê û ez spasiya wan hemû biraderan dikim ku zehmet kêşayî û ev kongreye amadekirî.

Bêguman her neteweyek dê şanaziyeke mezin biket wextê wî sermayeyeke wiha mezin hebît. Hebûna van hemû zanayan bo her milletekî cihê serfiraziyeke mezine em jî serberzin û serfirazîn ku ev hemû keç û kurên Kurd xwe pêgihandiye û evro li vê asta mezindane li zanistê û hemû nujdar û zana û birastî zor zehmete ez bi peyvekî bikarim tebîrê li vê xweşhaliya xwe bikim wextê ku ez we dibînim.

Ez pir bi dil hêvîdarim Kongreya we ya serkeftî bît, û ew armancên we vê kongreyê girêdayî bi dest bînin û ez hêvîdarim ku ev kongre bibête sedema pêşketina sîstema tenduristiya Kurdistanê û hêvîdarim hun zehmetê bikêşin û alîkariya me bikin û piştevaniya me bikin weku Herêma Kurdistanê weku Wezareta Tenduristî û dezgehên tendirustiyê li Kurdistanê em sîstema tenduristiyê li Kurdistanê de pêş bixîn. Her wiha sîstema xwendinê li kolêjên Nujdariyê me divê kur û keçên me têbigihin û astekî berzê zanînê. 

Xuşk û birayên xweşdivî

Gelê Kurdistanê qurbaniyeke zor da, çendîn sale şoreşa çekdarî, carek li vê perçê carek li wê perçê, berî çend sala em mecbur buyîn şoreşa çekdarî bikin, bo wê hindê pênasa neteweya xwe biparêzîn, evro şikir ji xwedê re li Herêma Kurdistanê şoreşa avadankirinê û şoreşa zanistê û şoreşa pêgihandina nifşeke nû li Kurdistanê, şoreşa dezgehîkirina Herêma Kurdistanê ye, Pêşmergeyên vê şoreşa avadankirinê û şoreşa zanistê hunin. Pêşmergeyên qehreman dewrê xwe dît Kurdistan rizgarkir, zor kes şehîdbûn zor qurbanî hate dayîn, evro erkê Pêşmergayetiya avadankirinê û zanistê û pêgihandinê dikeve li ser milên we. û em hêvîdarîn hun jî rola xwe bi serkeftî bibînin û Kurdistanê ji bo me bigihînin astekî ku li asta hemû cîhanê de em pê serberz bibîn. 

Xuşk û birayên berkeftî

Em wekî neteweyek wiha dibînin bi dirêjahiya dîrokê de xedreke mezin li me hate kirin, hemû millet bûne xwediyê dewleta xwe û bûne xwediyê kiyana xwe, bi taybetî dumahiya cenga cîhanî ya yekem ew milletê xedreke mezin lê hate kirin gelê Kurdistanê bû neteweyê Kurd bû. Ji ber ku ne pirsiyara me hate kirin weku milletek weku neteweyek, gelo we divê serbixwe bin, yan we divêt li gel vê dewletê bin ya li gel vî dewletî da bin rastiyek li ser me hate ferzkirin. Di rastiyê de em yek neteweyîn, lê waqiek hatiye ferzkirin. Ez dibînim li her parçeyekî lazime mafên rewayên gelê Kurd bi destbên lê bi rêyeke aştî û rêyên demokratî. Gelek caran min li gel berpirsên siyasî yên birayên me yên Ereb, birayên me yên Tirk û birayên me yên Faris me munaqeşe kiriye, behs hatiye kirin. Min got peyama me peyama aştiye me divê em bira bîn, lê em jî neteweyekîn, em ne ji we kêmtirîn û ne ji we zêdetirîn, heta wê demê ku birayên me yên Ereb û birayên me yên Tirk û birayên me yên Faris bigihin wê baweriyê ku belê me jî wekî wan maf heye, lazime her perçeyekî mafê xwe werbigrin. 

Xweşbextane hem dinya hate guhertin û hem nêrînên siyasiyên van dewletan jî hate guhertin, lazime em jî zor tiştên xwe biguherin, dema lazim bû em şer bikin me şer kir, tasawira min qaneeta min û tecrubeya me niha pê navê em şerê bi Klaşnikof û RPC yan bikin, emê şerê demokratiyetê bikin lê bi çekê demokrasiyê, bi çekê aştiyê û bi çekê mafê rewayê xwe emê şerê xwe bikin. Ne dinya hazire niha bi dengê Klaşnîkof û RPC yan têbigihe û ne jî encama xwe dibe, encam dê bi mantiq bê dê bi aqil be, dê bi hîkmet be. 

Wextê min qebulkir Serokayetiya Herêma Kurdistanê min çend hedefek hebû, hema du hedefên zor zorê serekî min hebû ku ez di jiyana xwe de bikaribim bi wê xizmeta gelê Kurdistanê bikim, 

Yek, carekedin hiç derfetek nemîne ji bo tu kesekî Kurd şerê Kurd bike, her çiyek bibe bila bibe nabê xwîna kurê Kurd bi destê kurê Kurd bête rêhtin. Lê belê pêdiviye em weku Kurd muraata rewşa hevdû bikîn, ew rewşa ku li Herêma Kurdistanê heye îro lazime hemû Kurdek muraata vê rewşê bike. piştevaniya me bikin, bo hindê ev rewş cîhgir bibe, baştir bibe, bi hêztir bibe ne ku kêşe ji bo me bêne dirust kirin. 

Hedefê duyê ew bû, karekî bikîn zimanê xwendin û nivîsînê ji bo neteweyê Kurd dirust bibe, ez zor pê kêfxweş û serberzim ku her çende erkê we nujdariye hun nujdarin, bes madem we pêl meseleya zimanê kiriye eve li cem min tiştekî gelek mezine û ez spasiya we dikim û hêvîdarim hun bikarin di vî warî jî da rola xwe bibînin çunkî birastî yek ji wan muqawematên her neteweyek ewe ku divê zimanê xwe hebê, ne bi tenê Kurd me zaravayên cûda cûda heye, Ereban jî heye, Tirkan jî heye, Farisan, Elmanan û hemû milletên dinê cîhanê heye, lê hemûyan zimanê xwendin û nivîsînê heye. Em Kurd jî lazime me zimanê xwendin û nivîsînê hebê, lê eve karê pîsporane, lazime pîspor ji bo me vê karê dirust bikin, çend wext jî bivê ne pirsgirêke lê ez hêvîdarim di jiyana xwe de ez bibînim destpêka vê bête kirin ku em bingeha zimanê Kurdî damezrînin, zimanê xwendin û nivîsînê. 

Hemû hewlên me dê ji bo aştiyê bin ji ber ku birastî em ne milletekî şerxwazîn, eger temaşa dîrokê jî bikin ji bo yek carî jî em weku Kurd neçûne li ser erdê tu milleteke din em neçûne li ser axa kesî me daxwaza standina mafê kesekî nekiriye, herdem me bergiriyê yan li mafê xwe yan li axa xwe kiriye. Hetta silahê me weku xencer ku remza Kurde, sîlahekî bergiriyê ye, ne yê êrîşê ye. Lê em yek tişt fêrbûne ku ne mumkine em musaweme li ser mafê neteweya xwe bikin. Wextê lazim bû em bo wî xebata çekdarî bikin me bo wî kir, niha jî xebata dîplomasî û xebata demokrasî xebata aştiyê dikin û ez muteekidim encam dê serkeftinê bi dest bîne. Me tecrube hene, tecruba du milletan, her çende tecrubeya me bi xwe jî tecrubeyeke zor dewlemende, lê tecrubeya Elmanya û tecrubeya Çekoslovakya, Elmanya yek millet bû, hate dabeşkirin bi zorê, piştî çil pêncîh salan dîsa hevdû yekgirtin ji ber ku cudakirineke ne sirûştîbû. cudakirineke bi zorê bû û li ser negirt. Çekoslovakya Çek û Slovak bi zorê pêkve hatin girêdan piştî demekî dîsa ji hevdû cuda bûn ji ber ku bi zorê ne mumkîne tişt li ser milletan bête ferzkirin. Millet lazime bi îxtiyara xwe bi hilbijartina xwe biryara xwe bide, îxtiyara me weku milletê Kurd ixtiyara aştiye lê ne mumkine heta hetayê milletê Kurd jêrdest bimîne. Milletê Kurd jî wekî her neteweyeke din mafê xweye ew azadiya ku hemû millet pê şad bûne em jî pê şad bibin. Lê ez carekedin jî dibêjim emê rêya aştiyê bigrin ber ne ku rêkên şer û kuştin yên din…

Tabî min nevêt ez zêdetir dirêjiyê bidim axaftinên xwe ji ber ku wextê we yê pir bihaye û da ku hun meşkulê karê esasiyê xwe bin, lê dumahiyê min divêt careke din ez serxweşiyê li xuşk û birayên xwe bikim li devera Wanê, û xwedê ewên çûyî bide ber dilovaniya xwe û şifayê ji bo birîndaran bişîne û em hevxema wane û xema wan xema meye, careke din hun hemû xuşk û birayên Kurd û dostên milletê Kurd hun hemû bi xêrhatin serçavan, hêvîdarim wexteke xweş derbas bikin, hêvîdarim kongreyeke serkeftî be, û bi hêviya xwedê dê her serkeftî be, û bi hêviya xwedê her wiha jî bibînin milletê Kurd pêkve bextewer û şad û serkeftî be û zor zor spas… 

 

Back to top button