Axaftina Serok Barzanî ya li bajarê Kerkûk (Video)

 

 

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Xuşk û birayên azîzê Kerkûk bi Kurd, Turkmen, Ereb, Aşûrî û Kildan! Em hemû birayîn û welatiyê vî welatîne. Pêwîste wiha li Kerkûkê bikîn ku bibê mînaka pêkve jiyana neteweyî û olî û mezhebî û me tu çareseriyeke din jî tûne, ji bilî wê yekê hevdû qebûl bikîn û li baştirîn awayê bigerîn ji bo pêkve jiyanê û binyadnana vî bajarê bênazê ku çendîn sale tûşî sîtem û guherîna demografîk bûye. Eve ji bilî çendîn reftaran ku bûye sedema têkçûna awayê civakiya vî parêzgehî bi taybetî li vî bajarî em jî pêwîste têkdana wê baş bikîn.

Xuşk û birayên delal

Gelek xweşhalim ev derfet ji bo min rexsa ku bême bajarê we yê delalê bajarê Kerkûk, û hatina min ji bo eweye peyama birayetî û aştiyê bînim. Herêma Kurdistanê bi çaveke bi rêz ve temaşa hemû xelkê Kerkûkê dike. Êdî çi Kurd çi Ereb çi Turkmen çi Aşûrî çi Kildan û her kesekî dine ku li vî bajarî û parêzgehî da jiyaye. Em hemû birayê hevin û welatiyên yek welatîne. Berê tiştên gelek xerap li vî bajarî de hatine kirin û xerapiyeke mezin beramberî hemû aliyek jî hatiye kirin. Erkê weye û erkê meye jî hevkariya we bikîn bo ku wan pirsan çareser bikîn. Bi qebûl nekirina hevdû tu pirsek nayê çareser kirin. Divê em hemû hewla wê yekê bidîn Kerkûk bikîn mînaka pêkve jiyanê û ji bo hemû aliyekî diyar bikîn ku Kurd, Ereb, Turkmen, Kildan û Aşûr ku li Kerkûkin dikarin pêkve bijîn çi hêzê Emerîka li vir bê yan na yan hêzeke din divê hun ji bo hemû dinyayê diyar bikin dikarin îdareya xwe û îdareya bajarê xwe bikin û divê hun nehêlin daxwaza hinek aliyan bê holê ku belê pirseke mezin li vî bajarî de rû dide.

Ez bi navê Herêma Kurdistanê bi we radigihînim ku em ji bo hemû hevkariyek amadene û min hejmarek ji birayên Wezîr jî aniye bo ku ji nêzîk ve guh li pêşniyarên we bigrin û em bi erkê xwe dizanîn yarmetiya we bidîn. Eger yarmetiya me ji bo we pêwîste û li desthilata me da bê çawa xizmeta Hewlêr, Silêmanî û Dihokê dikîn wiha jî pême xweşe xizmeta Kerkûkê jî bikîn û bawer bikin wiha jî pême xweşe xizmeta Bexda û Mûsil û Basra û Necef û Rumadî û hemû bajarên dinê Iraqê jî bikîn û eve jî weku Herêma Kurdistanê ji bo me serbilindiye. Ew xizmeta li warê kehrebê de ji bo bajarê Kerkûkê hate kirin cihê şanaziye û em amadene her çi li şiyana me da hebê li gel we pêkve bikîn.

Bi helwesta tund û daxuyaniyên tund tu tiştek nayê çareser kirin. Em hemû li Kerkûk û bajarên dinê Iraqê jî bi pêkve dijîn. Herêma Kurdistanê beşeke li Iraqê, lê belê em hemû dizanîn li destûra Iraqê da hatiye diyar kirin Iraq welateke ji çend neteweyek pêkhatiye welatekî fireh neteweyî û olî û mezhebiye eve tiştekî gelek sirûştiye. Neteweyê duyem li Iraqê neteweyê Kurde li gel rêzên min ji bo hemû neteweyên din û her neteweyek jî taybetmendiya xwe heye. Lê belê Iraq welatê me hemûyane. Me ku qebûl kir li çarçêweya Iraqê da bimînîn bi biryara Parlemena Kurdistanê bû ku ji nûnerên gelê Kurdistanê pêkhatiye. Lê belê li Iraqekî çawa? li Iraqekî Demokratîk û Federal.

Dûrî li dirûşm û atîfe û dûrî li her hestiyariyek, tu yekgirtinekî bi zorê li ser nagirê û tu cûdakirinekî bi zorê jî li ser nagirê, eger çend sal jî berdewam bibê tenê divê bi rizamendiya wan welatan bê ku bi pêkve têda dijîn nexwe aliyek desthilat û şiyana xwe hebê desthilatê bi dest ve bê û xwe bisepênê mumkîne bikarê ji bo çend salek li hukmekî polîsî û bi zorê berdewam bibê. Lê belê li encamê da dişkê û ji bo wî jî naçê serî.

Kerem bikin ezmûna Elmanya yek mîllet bûn, lê belê li ser du dewletan hatin dabeşkirin û piştî 40-50 sal carekî din hevdû girtin. Ji ber ku cûdakirina wan neasayî bû. Çekoslovakya du mîlletên cûda bûn, lê belê bi zorê bûn yek dewlet û dîsa ew jî piştî 40-50 sal cûdabûn. Ji ber ku bi zorê bû, li ezmûna me jî da eger em bi xwe wê pêkve jiyanê hilnebijêrîn tu hêzek tûne bi zorê li ser meda bisepênê bi pêkve bijîn. Ji bo wê yekê biryar di destê mîllet bi xwe deye.

Em ku dixwazin maddeya 140 bête bi cîhkirin em naxwazin xedir li kes bikîn û naxwazîn awayeke mu’eyyen li ser tu kesek da bisepênîn. Maddeya 140 çiye? asayîkirine, serjimêriye, rapirsiye û hun bi xwe biryarê didin we Herêma serbixwe divê, têne ser Herêma Kurdistanê, diçin ser Herêmekî din. Em bi tu awayekî li ser we ferz nakîn, lê belê bergiriyekî tevahî li we dikîn ku kes nekarê wê mafê ji we bistîne. Hun bi xwe wê biryarê didin. Hatina Kerkûkê jî li ser Herêma Kurdistanê nayê wê wateyê ji Iraqê cûda dibe ji xwe Herêma Kurdistanê bi xwe biryarê daye bibê beşek ji Iraqa Federal û Demokratîk û min wê mînaka Elmanya û Çekoslovakya ji bo we anî, ji ber ku pêvajoya me gelek nêzîkî wane ji bo diyarkirina wê yekê ku em bi xwe biryar nedîn pêkve bijîn tu hêzek tûne bikarê li ser me ferz bike. Me wê biryarê daye ku li berjewendiya Iraqê daye û li berjewendiya Ereb daye û li berjewendiya Kurd û Turkmen û hemû xelkê Iraqe. Em dixwazin biryarê bidîn bi pêkve bijîn û çi me kom dike? ew destûre me kom dike ku % 80 ê xelkê Iraqê deng pê daye.

Em niha jî bawer dikin meseleya federalî baştirîn awayeke ji bo Iraqê. Federalîzm wate dabeşkirinekî adîlaneya desthilat û saman û wiha bizanim niha zêdetirê parêzgehên Iraqê hatine li ser wê baweriyê û bi şexsî hatine cem min û daxwaza piştevaniyê li min kirine ku bibin Herêm û em amadene bi tevahî yarmetiya wan bidîn. Elmanya heta nebû bi federalîzm nebû bi vê Elmanyaya niha heta nebû federalî û niha jî hun bi xwe dibînin li Ewrûpa bihêztirîn aboriya xwe heye û li ser asta cîhanê da nizanim duyeme sêyeme. Ji bo wê yekê em dikarîn sûd li ezmûna xwe û ezmûna xelkê din jî werbigrîn.

Piştî cengê yekemê cîhanê dewleta Iraqê li ser bingehekî hate damezrandin. Lê belê îltîzam pê nehat kirin. Iraq xêr û xweşiyê nedît her li şer û kudeta(darbe) û nexweşî bû. Ew pareyê ku li ser wêrankirina Iraqê dihate serfkirin eger li ser avadankirinê bihata serfkirin diviya niha Iraq bibûya bihûştek li ser vê erdê. Başe heta kengê em îbret ji pêşeroja xwe wernegrîn? Her mijulî ewe bîn niha jî tu dûberekî û dijmindarî û regezperestî li nav Kurd, Ereb, Turkmen? Eve şaşiyeke gelek mezine, ez dixwazim bi eşkere jî bibêjim em wê yekê qebûl nakîn çareseriyekî ji derve li ser me ji bo Kerkûkê bête ferz kirin û xelkê Kerkûkê bi xwe biryarê dide, em rêz li wê digrîn û xelkê Kerkûkê çi biryar da divê em qebûl bikîn. Lê belê heta hun wê biryarê nedin birastî eve nemumkîne em qebûl bikîn û dev ji wê jî bernadîn. Bi baweriya me ne eweye ku gumana me bi nasnameya Kerkûkê hebê, lê belê ji bo wê yekê ku bi rêyekî destûrî çareser bibê kerem bikin asayîkirin û serjimêrî û referandum heye. Eger we biryar da neyin ser Herêma Kurdistanê wê demê ew berpirsiyariya dîrokî jî li ser şana me jî da namînê. Lê belê eger we biryar da divê rêz li biryara we bê girtin, ez nizanim çi tiştek ji wê helwestê da li dijî yasaye ku hinek alî naxwazin her guh lê rabigrin û qebûl jî nakîn û axaftin û daxuyaniyên îstîfzazî didin. Eve bêguman berî hemû tiştekî xizmeta xwe nake.

Ji bo serxistina vê îdareyê em hez dikîn piştî wê yekê ku Kak Dr. Necmeddîn bû bi Parêzgerê Kerkûk pême xweşe hemû aliyek hevkarî wî bibin. Îdare îdareya Kurde, Erebe yê Turkmene yê Aşûr û Kildane û divê cûdahî jî nebê. Min herdem gotiye li meseleya îdare de divê Kurd dest û dilê xwe gelek bi vekirî bê û tu demek munaqeşeya du post û du îdareyê neke û em dev ji nasnameya Kerkûkê bernadîn ew jî çawa? ew nasnameya hun biryarê li ser didin.

Li rastiyê da ez xweşhalim ku dibînim heta radeyekî mezin pêvajo baştir bûye û li gor wan zanyariyên ku ji bo min dihêt û ez daxwaz li Yekîtî û Partî û hemû hizbên dinê Kurdistanê dikim vekirî bin û wan pêwendiyeke dostane li gel birayên Ereb û Turkmen û neteweyên din de hebê.

Pirsa herî mezin niha pirsa terore, ez bawerim terorîst dest naparêzin ne li Kurd û ne li Ereb û ne li Turkmen û ne xelkê bêgunah û ne jin û ne zarok. Ji bo wê yekê erkê hemû aliyeke sînorek ji bo wan terorîstan dabinê. Renge gelek kes wiha hizir bike ku piştî derçûna hêzên Emerîka pêvajo dihêt guhertin yan jî renge tiştekî din rû bide. Carê ji bo wê gelek rûn bim hun hemû jî dizanin piştî rûxana rejîm yek serbazê Emerîkî li Herêma Kurdistanê nebûye û emn û asayîşa vê Herêmê bi sedema hêza Emerîka nebû bi sedema hêza axa Herêmê û wan dam û dezgehên Herêmê bûye ku karîn vê pêvajoyê dirûst bikin. Ji ber wê hebûn û nebûna hêza Emerîka ji bo me weku yeke em spasiya wan dikin yarmetiya gelê Iraqê dan rejîma dîktatorî rûxandin û tiştekî gelek asayiye îro yan sibê ew hêz biçin û nabê xelkê Iraqê heta hetayê li benda wê bimîne hêzekî biyanî wan biparê, eve birastî gelek neşîrîne. Her li vî derbarî de jî nêrîna me ewe nebû xwe ji rizgarker bikin dagîrker eve şaşiyeke mezin bû. Lê belê wan bi xwe kir û ew bi xwe tehemmula wê berpirsiyariyê dikin. Lê belê eve li gor axaftina berpirsên serbazî û emniyê Iraqê hê jî artêşa Iraqê negihiştiye wê astê bikarê asîmana Iraqê û sînorên derekiyan biparêzê. Eger birayên berpirs li Bexda wê tiştê bi cîh bikin û bikarin eve tiştekî başe, lê belê eger artêşa Iraqê û hêza çekdariya Iraqê jî negihîştiye wê astê jî li rastiyê da siyaseta parastin û siyaseta derve û siyaseta darayî bi awayekî reha li destê Hikûmeta Federal daye ji ber wê çi biryarek Bexda bide em piştgîrî dikîn. Lê belê bi raya me heta artêşa Iraqê negihe wê astê bikarê parastina xwe bike renge pêwîstî hebê û madem pêşniyara wan wiha bê wan pêwîstî tûne, kes wiha hizir neke tu tiştek ji pêvajoya me nayê guhertin û pêwîste bîr li wê yekê bikin êrîşa emnî hebê ji bo Iraqê em jî beşekîn li wê Iraqê. Îro dewletek tûne biçê bi hewesa xwe êrîşa dewleteke din bike, dinya hatiye guhertin, lê belê her çi bê 10 yan 20 salên din bê divê ew biçin û divê eve li berçav bê. Nabê em weku Iraq bi hemû neteweyan ve çavê me li wê bê xelkekî din bên û pirsên me çareser bikin, çima em bi xwe çareseriya wan pirsan nekîn? Çima rûneynin wê destûra me ku gelek pêşketiye pêve pabend nebîn tu pirseke me namînê wê demê Kurd, Ereb û Turkmen mafê xwe werdigrin û ji bo hemû aliyek jî rûn dibê erkê wan çiye û mafê wan jî çiye.

Mixabin em hemû li welatek da jiyayîn çandekî wiha têda bû ku divê desthilat tenê merkezî bê û hemû çavê wan li wir daye, ez nizanim çi sûdekî heye sibê Parêzgerê Kerkûk û Encûmenê Parêzgehê Kerkûkê nekarin kolanek li Kerkûkê da qîr bikin eger rizamendiya Bexdayê li ser wernegrin? Başe ev Hikûmet merkeziye çi xêrekî têda heye? Belê her wekî ku min got ew 3 tişt serekiye li desthilata Hikûmeta Federale ewê din ji bo Herêmê û Parêzgehane.

Gelek behsa mesemeleya neft û xaz dihête kirin, ev 53 roj li Bexda me guftûgoya dariştina destûrê kir. Ez û cenabê Mam Celal û hevalên din ji partiyên Kurdistaniyan û serkirdayetiya partiyên dinê Kurdistanê 53 roj mijul bûyîn, pirsa neft û xaz ku gelek bi hekîmane hatiye dariştin û li vê destûrê da dibêje: Neft û xaz mulkê hemû gelê Iraqe êdî ew neft li Kerkûk bê li Basra li Rumadî li Silêmanî bê li Şêxan li her ku bê. Dahata wê jî bi awayekî adîlane ji bo hemû xelkê Iraqê dihête dabeş kirin û tu nakokiyek li ser vê tûne êdî ez nizanim çima hinek kes hene dixwazin eve jî biguherin bi awayekî wiha nîşan bidin wekî ku eve wiha bê Kurd dixwazê hemû tiştek ji bo xwe bê. Beşa me % 17 e eve jî ewe nîne rast bê û derbirê rastiya Herêma Kurdistanê bê, lê belê peymanekî siyasî bûye kerem bikin werin bila serjimêrî bê kirin eger em li % 17 zêdetir bûn em daxwaza qerebuyê jî nakîn ewê ku we ji me xwariye eger kêmtir jî bû pê razî dibîn, lê belê ew ne serjimêrî dikin ne referandum dikin û ne pabendî destûrê dibin êdî çawa pirsan bi vî awayî çareser dikin?

Em bi wê yekê ve pabendîn neft û xaz li her ku derbikevê li Zaxo li Silêmanî li Kerkûk li Basra mulkê hemû xelkê Iraqe û dahata wê jî mulkê hemû Iraqe êdî madem wiha ye ez bawerim eger xayetêkî din nebê hîç pêwîst nake bi awayekî din ev babet bê veşartin. Gelek car wan axaftinan dibîhîsîn ku Kurd dixwazin ji bilî beşa xwe beşa wanê din jî bibe. Em neteweyê duyemîn û Iraq welatekî federale.

Em Herêmekîn destûr maf û erkê me diyar kiriye û amadene jî li her dezgehek em ji destûrê derketibin û me yek hengav berevajiya destûra Iraqê hebê em amadene sererast bikîn. Ewê me kiriye li gor wan mafan bûye ku destûrê bi me daye, lê belê Bexda ne mulkê grupekî diyar kiriye û bi tenê Bexda ne yê meye yê Kurd, Ereb, Turkmen û Aşûre yê hemû xelkê Iraqe û paytexta me hemûyane û her Herêmek jî eger bû bi Herêm weku Herêma Kurdistanê eger me daxwaza yek tişt li mafê wê Herêmê kir wê demê bila bibêjin Kurd ewê ji bo xwe ye dibe û mafê kesên din jî ji bo xwe dibe. Em hevbeşîn ji vê Hikûmetê û ne paşkoyîn û mafê me li Bexda heye û ev pêvajo bi xwîna me jî dirûst bûye ji ber wê mafê meye ku wiha dibêjîn em sibê daxwaz nakîn mafê Basra yan xelkê Herêmekî din bixwîn. Lê belê eger mebest li Bexdaye û ji bo me li Bexda bîn, Bexda paytexta meye û eve minnet têda tûne û qebûl jî nakîn.

Êdî ez naxwazim ji vê zêdetir axaftina xwe dirêj bikim, ji bo me Kerkûk gelek delale û xelkê Kerkûk çi Kurd çi Ereb çi Turkmen çi Kildan çi Aşûrî bira û kesukarê mene û eve li cem me girînge hun li jiyanekî bextewer da bin weku Herêma Kurdistanê em li xizmetan we dane û her çi ji desthilata me bê û bikarîn ji bo başkirina pêvajoya xizmetguzariya bajarê delalê we, em amadene yarmetiya we bidîn ji bo çareseriya bingehîn jî em bawerin maddeya 140 baştirîn çaresere bo ku hun bi xwe biryara çarenûsa xwe bidin û eve mafê weye û her biryarek jî hun bigrin em rêz lê digrîn û li ser serê xwe datînîn. Carekî din ez dibêjim hatime peyama dostayetiyê û aştî û birayetiyê ji bo we bînim. Hatim silavên Herêma Kurdistanê ji bo we bînim û ji we re bibêjim me pê xweşe baştirîn rêya çareseriyê ji bo we peyda bikîn çawa em vî bajarî bikîn mînakeke pêkve jiyana olî û neteweyî û mezhebî û hemû xelk şanaziyê pêve bike ne ku her em bi xwe û xelkê vî welatê û vê deverê.

Carekî din gelek spasiya we dikim ji bo guh girtina we û pêşwaziya we û her serkeftîbin û li dawiyê de ez dixwazim xem û pejareya xwe bi xelkê bajarê Wanê rabigihînîm ji bo wê erdheja ku lêda û xelkekî zêde jiyana xwe ji dest da û birîndarbûn û ji bilî wê jî xwedê yarmetiya hemû aliyek bide.

Gelek spasiya we dikim.

Nerîna min :