Civak

Serok Barzanî hatina meha Remezanê li Misilmanan pîroz dike

Serok Barzanî hatina meha Remezanê li hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir. 

Serok Barzanî îro Înê 28.02.2025an bi boneya hatina meha Remezanê, peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de ragihand, “Ez hatina meha Remezanê li hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim.”

Herwiha got: “Ez ji Xwedêyê mezin daxwaz dikim ku rojî, niza û nimêja her kesî qebûl bike û di vê meha pîroz de, xêr, bereket û aramiyê ji her kesî re bîne.”

Back to top button