Trump û Zelensky li Ofîsa Oval li ber kamerayê nîqaş kirin
Piştî nîqaşa navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy li Ofîsa Oval, civîna çapemeniyê ya hevpar hat betalkirin û Zelenskyy ji Qesra Spî derket.
Serokê Amerîkayê Trump cara ewil piştê hatê hilbijartin li Qesra Spî bi Zelenskiy re civiya.Di hevdîtinê de di navbera herduyan de nîqaş derket.
Ji ber ku Zelensky gilî kir ku rêvebiriya Amerîkayê, tevî serokên beriya Trump, nekariye Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn rawestîne, Cîgirê Serok J.D. Vance ku di civînê de amade bû got, “Birêz Serok, ez dibînim bêhurmetî ye ku hûn hatine Ofîsa Ovalê ku hûn hewl bidin vê mijarê li pêşberî medyaya Amerîkî ragihînin.”
Dema ku Vance got ku DYA hewl dide ku alîkariya Ukraynayê bike ji ber ku ew bi pirsgirêkan re têdikoşe, Zelensky got ku her welatek pirsgirêk hene lê Dewletên Yekbûyî ev yekê hîs nekir.
“Ya hûn vê peymanê îmze bikin an jî em li derve ne”
Dûvre Trump ji Zelenskyy re got, “Ya hûn vê peymanê îmze bikin an jî em li derve ne. Em hewl didin ku pirsgirêkek çareser bikin. Nebêjin em çi hîs dikin. Hûn dikarin bibin sedema şerê cîhanê yê sêyem. Ev helwesta we ji bo welatê me bêhurmetî ye. Em hewl didin ku pirsgirêkek çareser bikin. Ji me re nebêjin ku em çi hîs dikin ji ber ku hûn ne di rewşekê de ne ku van tişta ji mere bêjin.
Trump, firsend neda Zelensky ku mudaxele bike û tiştekî bibêje û got, “Welatê we di tengasiyek mezin de ye. Hûn vê yekê dizanin. Hûn bêhurmetiya welatê me dikin, ez dizanim hûn bêyî me nikarin bi ser bikevin.”
Trump di niqaşê de got, “Eger alavên me yên leşkerî nebûna, ev şer dê di nav du hefteyan de biqede.” Min fuzeyên Javelin dane we da ku wan hemû tankan hilweşînin. Ji ber ku kartên di destê we de nînin, divê hûn ji me zêdetir sipasdar bin. Dema ku em li dora me ne kartên we hene, lê dema ku em ne li dora we ne qertên we tunene.”
Donald Trump îdia kir ku ji Ukraynayê re 350 mîlyar dolar alîkarî ji serokekî “bêaqil” yê DYAre hatiye dayîn û heke Zelensky bi wan re bixebite dikaribû bi ser biketa.
Di vê navberê de, Cîgirê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) JD Vance mudaxele kir û ji Zelensky re got ku “Gelek eskerên Ukraynayê tune ku şer bikin”, Zelensky bersiv da, “Tu qet çûyî welatê me? Hûn dikarin werin vê yekê bibînin.”
“Me dest bi xêzkirina sînorên peymanê kir”
Trump: “Îro em ê peymana axên hindik îmze bikin. “Ev peymana bi Ukraynayê re dê peymanek pir adil û pabendiyek mezin a Dewletên Yekbûyî be.”
Trump diyar kir ku peymana aştiyê ya di navbera Rûsya û Ukraynayê de ji neçarî ye û got, “Pêşî divê em li ser peymanê muzakere bikin, me niha jî dest bi xêzkirina sînorên peymanê kirine.”
Trump da zanîn ku divê pêşî bi Zelensky re li hev bikin û ew niha ji garantiyên ewlehiyê ne xem e û got, “Divê hûn her tim tawîzan bidin û ew (Zelenskiy) teqez dê tawîzan bide.”
Trump ji bo hewldanên Zelensky û leşkerên wî yên di dema şer de spas kir û got ku wan şerek pir dijwar kir lê divê êdî dawî lê were.
“Metna peymana heyî têrê nake”
Serokomarê Ukraynayê Zelensky jî hêvî xwest ku rêkeftina bi Amerîkayê re ji bo Ukraynayê bibe gavek pêş.
“Îro ez dixwazim bi Serok Trump re nîqaş bikim ku Dewletên Yekbûyî amade ye ku çi bike.” Zelensky destnîşan kir ku metna heyî ya ji bo peymana hêmanên erda kêm “têrê nake”.
Zelenskiy diyar kir ku Pûtîn şer da destpêkirin û got ku divê ew jî ji nûve avakirina Ukraynayê berpirsyar be.
Zelenskyy got, “Em ê tu carî tenê agirbestê qebûl nekin.” Bêyî garantiya ewlehiyê em ê tevbigerin.”
Piştî nîqaşên germ ên li Ofîsa Oval, Serok Trump di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê Truth Sosyal daxûyakirin ku, Zelenskiy hêj ji aştiyê re ne amade ye.
Trump di daxuyaniya xwe de got, “Me îro li Qesra Spî civîneke pir watedar kir. Di bin zexteke wiha de hînî gelek tiştên ku bê axaftin qet nedihatin fêmkirin. Min dît ku Serok Zelensky ji aştiyê re ne amade. Wî bêhurmetî li Ofîsa Oval ya hêja ya Dewletên Yekbûyî kir. Dema ku ji aştiyê re amade be dikare vegere.”
Piştî daxuyaniya Trump, rayedarên Qesra Spî piştrast kirin ku civîna çapemeniyê ya hevpar hat betalkirin û ji ber vê yekê peymana axên kêm kêm ku dihat payîn îro bihata îmzekirin, nayê îmzekirin.
Piştî nîqaş û betalkirina civîna çapemeniyê Zelenskyy ji Qesra Spî derket.
Zelenskyy li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir
Piştî nîqaşê, Zelenskiy ji hesabê xwe yê X-ê postek parve kir.
Zelenskyy di peyama xwe de wiha got: “Sipas Amerîka, spas ji bo piştevaniya we. Spas ji bo vê serdanê. Spas ji Serok, Kongre û gelê Amerîkî re. Ukrayna pêdivî bi aştiyek dadperwer û mayînde heye, û ew e ku em ji bo vê yekê dixebitin.”
Peyama Trump ji Zelenskyy re: “Hûn dikarin ji Qesra Spî derkevin”
Li gorî nûçeyên ku di medyaya Amerîkî de li ser berpirsên Qesra Spî ku navên wan nehatine eşkerekirin, Trump piştî hevdîtina xwe ya bi Zelenskiy re ji heyeta Ukraynayê xwest ku ji Qesra Spî derkeve.
Li gorî rayedarekî Qesra Spî ku ji CNN re axivî, Trump piştî civîna germ a li Ofîsa Oval bi Cîgirê Serok J.D. Vance, Wezîrê Derve Marco Rubio û şêwirmendên din re hevdîtin kir.
Di wê hevdîtinê de, Trump biryar da ku Zelenskiy “di pozîsyona danûstandinê de nîne”
Vance û Rubio çûn odeya ku Zelensky û endamên din ên heyeta Ukranya li benda biryara Trumbûn,peyama Trump ji wanre gotin. “Heyeta Ukrayna dikarin ji Qesra Spî derkevin”
Zelenskiy jî piştî gihandina vê peyamê ji Qesra Spî derket.