Polîtîk

Serok Barzanî dê pêşwaziya Mazlum Ebdî bike..!

Malpera Al Monitor ku navenda wê li Brîtanyayê ye, îdia kir ku Serokê PDKê Mesûd Barzanî dê li Hewlêrê bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî re bicive.

Di nûçeya bi îmzeya Amberin Zaman a Al Monitorê de hat gotin, “Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Kobanî ku girîngtirîn hevalbendê Pentagonê di şerê li dijî DAIŞê de ye, bi Serokê PDKê Mesûd Barzanî re bicive.

Sê çavkaniyên ku ji Al-Monitorê re axivîn, diyar kirin ku hevdîtin dê di demek nêzîk de pêk were, lê belê roja hevdîtinê nehatiye eşkerekirin.

Di nûçeyê de hat gotin ku dê civîn li Pîrmamê were kirin û vexwendname ji aliyê nûnerê Barzanî Hemîd Derbendî ve hatiye kirin.

Li gorî raporê, ev hevdîtin di çarçoveya hewldanên Amerîkayê yên ji bo nêzîkbûna navbera Tirkiye û HSDê de ye.

Back to top button