Civak

Di derbarê Mamostayê zimanê Kurdî de,ji ber ‘helbesta kurdî’ lêpirsîn hat vekirin

Der barê mamustayê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Mûşê de ji ber ku ji pirtûkên ku ji teref Wezareta Çandê ve hatine pejirandin de dersên helbesta Kurdî dabû de lêpirsîn hat destpêkirin.

Sedema lêpirsîna ku ji aliyê berpirsê beşê ve hatiye destpêkirin wekî “Naveroka siyasî ya pirtûkên ku mamosteyê di pola xwe de ders daye ne guncaw hatiye dîtin.”

Pirtûkên mijara gotinê ev in: pirtûka helbestan a Fatma Savcî ya ji Weşanxaneya Avesta, pirtûka Arjen Arî ya ji Weşanxaneya Sor û pirtûka Cegerxwîn a ku ji Weşanxaneya Lîs hatiye çapkirin, di lîsteya pirtûkxaneya zanîngehê de cih girtine û bi salan e bi erêkirina Wezareta Çandê ya Tirkiye weşanxaneyan têne weşandin. Der barê van pirtûkan de biryara qedexe û lêpirsînê nîne.

Back to top button