Nivîsar
Serok Barzanî cejna Remezanê li misilmanan pîroz dike
Serok Barzanî bi minasebeta cejna Remezanê peyamek ragihand. Barzanî di peyama xwe de dibêje:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejna Remezana pîroz ve germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî misilmanên cîhanê bi giştî û Kurdistan û Iraq bi taybetî dikim.
Pîrozbahiyeke germ li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê û her wiha hemû karmendên dezgehên emniyên Kurdistanê dikim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim rojî û îbadeta meha pîroza Remezanê li hemû misilmanan wergirtibê û ev cejin bibê cihê dawî hatina nexweşî û kavilkarî û vegerana aramiyê ji bo hemû mirovayetiyê.
Mesûd Barzanî
29ê Remezana 1440 ê Koçî
03.06.2019 Zayînî