Serok Barzanî pêşwaziya wezîrê bergiriya Tirkiye kir

Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û şanda pê re kir, ku ji Supasalarê Tirkiyeyê Metin Gurak û Balyozê Tirkiyeyê li Iraqê Elî Reza Guney û hejmarek berpirsên siyasî û leşkerî yên Tirkiyeyê pêk hatibû.
Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di civînê de li ser rewşa siyasî ya navçeyê, pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn û metirsiya terorê û herwiha peywendiyên di navbera Iraq, Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de gotûbêj hatin kirin.
Di civînê de her wiha tekezî li ser hevahengiya di navbera Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê de hate kirin, ew jî ji bo dabînkirina aramî û geşepêdan û karê hevbeş ê di navbera wan de.
Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de û pêşvebirina wan peywendiyan jî, mijareke din a civînê bû.