Cîhan
Dadgeha Swêdê biryar da ku Salwan Momika yê ku Quran şewitandî, dersinor bike

Dadgeha Swêdê biryar da ku Salwan Momika yê ku Quran şewitandiye, dersinor bike
Dadgeha Koçberiyê ya Swêdê biryara dersînorkirina Salwan Momika yê Iraqî ku ji ber şewitandina Qurana Pîroz di rojevê de bû.
Dadgehê ragihand ku Momika der barê serlêdana destûra rûniştinê de agahiyên derew dane û ji ber vê yekê biryara dersînorkirinê hatiye dayîn.
Daîreya Koçê di Cotmeha 2023an de ragihandibû ku heta 16ê Nîsana 2024an destûra kar û rûniştinê ya Momika heye û piştî vê tarîxê wê were dersînorkirin.
Momika îtîrazê biryarê kir û dosya bir Dadgeha bilind.