Cîhan

Amerika di êrîşekî de li Bexdayê fermandarên Hizbullahê kuştin

 Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan êrişa li Bexdayê encam daye û di vê êrişê fermandarekî Hizbulahê hatiye kuştin.

Şevîdin li Bxdayê êrîşek bi drona hat kirin û teqinek mezin rû da. Piştre hat zanîn ku di vê êrîşê de 3 kes hatine kuştin. Armanca êrîşê otomobilek bû .

CENTCOMê li ser vê êrişê daxuyaniyek da û got ku, wan fermandarên Hizbulahê yên li himber êrîşên li ser hêzên Amerikî berpirsiyari kiriye armanc . Didaxûyaniyê de dibêje: “Şeva 7ê Sibatê saet 21:30ê di êrîşekî de fermandarekî Hizbulahê hat kuştin û ewbeşdarî êrîşên li ser hêzên amerikî bibû. Tu zererek negahatiya sivîlan. Amerîka dê ji bo parastina gelê me bi berdewamî gavên pêwîst biavêje. Em dê dudilî nebin ji bo hesabpirsîna ji wan kesên ku gêfê li ewlehiya hêzên me dixwin.”

Back to top button