Serhatya nivîskarê kurd bi zimanê fransî
Cilda bi sirê ya almanaxa “Lêkolînê kurdî”, ku pêşkêşî edebyeta kurdî kirîye, ronkayî dît. Ew almanax Înstîtûta kurdî ya Parîzê diweşîne. Eva cilda 11-aye ya meha adarê sala 2012-a. Wê cildêda serhatîke nivîskarê kurdî naskirî Emerîkê Serdar û hevpeyvîna tevî wî, şiêreke Mirazê Cemal û şiêreke Xaylaz Mîrzoêvaê jî hatine weşandinê.
Cîye bê gotinê, ku ev serhatî nivîskar sala 1976-a nivîsye, berevoka wîye “Îdî dereng bû”-da û berevoka wergerê efrandinê wîye bi zimanê rûsîye “Dewetek du cara kirin” hatye weşandinê.
Naveroka serhatîêye kurt haye: Temo şêrda milê xwe unda dike û vedigere gund. Temo merivekî xwendîye û nikare xebateke giran bike. Lema jî ew dibe nemebirê gund. Kurê Xezalêyî taê-tenê Şamil birine ber şêr û ew hertim dayka xweye pîre nexwendîra nema dişîne. Temo bi şabûn wan nema tîne dide Xezalê. Lê Xezale nexwendîye. Lema jî ji Temo hîvî dike, ku ew nema jêra bixûne û bersivê binivîse. Temo êpêce wext usa jî dike. Lê dem tê nemê Şamil têne birînê. Gava Temo dibîne ç’evê Xezalê rya wîye û nemê Şamil jî tunene, timê rya xwe dadigerîne, usa dike, wekî Xezal wî nebîne, çimkî ew yek gelekî hukumî ser wî dike. Carekê jî Temo dinihre, ku ser navê Xezalê nemek hatye.
Lê destnivîsar ne ya Şamile. Temo ber xwe nade, nemê vedike, dinihêre qumandarîê Xezalêra şandye û gotîê, ku kurê wê şêrda bi mêrxasî hatye kuştinê. Temo tex’mîn dike, wekî evê nemê bide Xezala pîre nexweş, ewê pêra-pêra bimre. Lema jî nemê nadê û bal xwe xweyî dike. Lê gava Temo ber mala Xezalêra derbaz dibe û Xezal dibîne, wekî nemê kurê wê tunene, eva yeka gelekî Temo çetin tê. Dilê wî temûl nake û ew biryar dike virhada ji navê Şamil nema dêra binivêse. Usa jî dike. Bi vî cûreyî Temo jyana Xezalê dide dirêjkirinê, lê nexweşî ya xwe dike. Û rojekê jî Xezal diçe ser dilovanya xwe. Şînêda Temo xwe mukur tê, wekî çi kirye, û ewê nema qumandarîê derheqa şehîdbûna Şamilda derdixe, datîne ser sîngê Xezalê.
Ev serhatî pêşekzana antropologîaê, lekolînkira kilamê kurdaye şînê, doktora zanyarîê Estelle Amy de la Breteque ji rûsî welgerandye fransî (rûpêl 109-118). Ewê ev serhatî ji berevoka nivîskare “Dewetek du cara kirin”, ku sala 2005-a bi zimanê rûsî Yêrêvanêda hatye weşandinê, hildaye û welgerandye fransî.
Eva cara dudane, ku nivîsara kurdê sovêtîêye vekirî bi zimanê fransî tê wergerandinê û weşandinê. Ya pêşin romana Ereb Şamîlove “Şivanê kurmanc” bû, ya duda jî eva serhatya Emerîkê Serdare.
Vê cildêda usa jî hevpeyvîna Estelle Amy de la Breteque fire tevî Emerîkê Serdar hatye weşandinê. Navê hevpeyvînê haye: “Hela guman heye”. Hevpeyvînêda Emerîkê Serdar hûrgilî berpirsa wan pirsa dide, ku derheqa jyana wîdanin, wan qewladanin, kîjanada ew çawa efrandar pêşda hatye. Nivîskar usa jî fikra xwe dibêje derheqa pêşdaçûyîna edebyeta kurdaye sovêtîê, destanîn û kêmasîê wê, rola radîoa kurdî û rojnema “Rya teze” di şuxulê pêşdabirina edebyeta kurda ya hêna sovêtêda.
Vê cildêda şiêreke Mirazê Cemal (Yêrêvan) “Xerîbim” û şiêreke Xaylaz Mîrzoêvaê (Tbîlîsî) “Dizîkava ezê bêm” bi fransî hatine weşandinê. Estelle Amy de la Breteque û Christine Allison ew şiêr ji kurdî welgerandine fransî.
Dawîêda gerekê bê gotinê, ku Înstîtûtê înîsîatîveke baş nîşan daye, gava guhdarî danye ser edebyeta kurdê sovêtêye berê û bi vî cûreyî goveka xwendevanên wê dha daye firekirinê. Eva yeka nîşan dide, ku edebyeta kurdê Ermenîstanê îdî derdikeve meydana navnetewî.
Nûra Emerîk (Nûrê Serdaryan)
Endama Yekîtya nivîskarê Ermenîstanê.