Di meha rojiyê de sûd û bêsûdiya bernameyên olî

Îsal di Meha Rojiyê de, gelek bernameyên olî bi zimanê kurdî di televizyona TRT6, Dunya Tv û hinên dî de hatine weşandin. Min wek temaşevanekî bawermend, li gelek ji wan niherî û şroveya wan kir; sûd û bêsûdiya wan kêşa, piştre ez geham vê baweriyê ku bêsûdiya wan bernameyan gelek gelek ji sûda wan zêdetir e. Ji ber van sedeman:
– Piraniya bernameyan behsa mêjûja îslamê dikin û têkiliya wan bi rojîgirtinê re pir kêm e.
– Di bernameyan de pesndayîna şerê dema Pêxemberê Xwedê û Dewra Seadetê pir tê kirin.
– Serkeftina Ola Îslamê û berfirehtiya wê zêde dubare dibe.
– Di bernameyan de behsa navê gelek sehabeyên jin û mêr tê kirin û gwd…
Bêguman di meha Rojiyê de pêdiviya rojîgiran bi van xalên li jorê hatin gotin tune, lê pêdiviya wan bi tewr û mercên rojîgirtinê re heye. Mesela:
– Dem û hawayê niyeta rojiyê.
– Dem û hawayê xwarina paşîv û fitar.
– Betalbûna rojîyê bi çi û çewabûna wê.
– Eger rojîgirekî jibîr kir û bi şev niyet neanî, dê çi bike.
– Eger rojîgirekî jibîr kir û bi roj tiştekî xwar an vexwar.
– Eger yek nikaribe rojî bigire, dê çi bike û çewan ”kefaret” bide.
– Tevgera rojîgiran li pêşber xelkê dê çewa be.
– Xwarin û vexwarina helal di rojiyê de çi ne.
– Divê rojîgir xwe ji kîjan livak û têkiliyan dûr bixe.
– Destûra têkiliya cinsî (Birorin) çewa û di kîjan deman de heye. Û bi sedan tiştên wisa.
Ji van gotinên li jorê zêdetir, tiştê herî balkêş ev e ku di bernameyên olî de, ji axaftina zanayên olî zêdetir, telefonên bêwate yên mêvanan zeman wenda dikin. Ez bûm dîdevanê telefonekê ku ji aliyê jinekê ve weha gote seyda M.C:
”Seyda, pirî bernama te xweş e, ez hertim li ber televizyonê rûdinim û li te guhdarî dikim ha ku dibînim limêj li min dibihure. Gelo ez pê gunehkar dibim?”
Di salên 1960-1980yî de, li Kurdistanê dema meha Rojiyê dest pê dikir, ez bûme dîdevan ku zanayên olî yên Medreseya Kurdî, tenê behsa rojîgirtinê digotin xelkê, behsa helal û heramiya wê digotin, behsa niyet, paşîv, fitar, Nimêja Terawîhan, peyvên ku xisar didin rojiya rojîgir, fitre û wekî din digotin bawermendan.
Îcar hêvîdar im ku berpirsên televizyonên kurdî van rewşan bidin ber çavan û tevdîr werbigirin, di pêşerojê de bernameyên ku sûd dide rojîgiran biweşînin.
Zeynelabidin Zinar
Nivîskar/lêkolîner