Polîtîk

Di pirsa PKK-ê de Clinton wek Tirkiye difikire

Wezäîra derve ya Emerîka Hillary Clinton di çerçova serdana xwe ya Tirkiye de, civînek berfireh li gel wezîrê derve yê Tirkiye Ahmed davutoglu pêkanî.

Piştê civîn dawî hat Clinton û Davutoglu konferansek çapemeniyê ya hevbeş darxistin.

Hillary Clinton di axavtina xwe de behsa ruxandina rejima esad kir. Di axavtina xwe de Clinton got: Gelek vekirî hatiye fêm kirin ku divê ev pirsgirêk zûtirîn dem bête çareserkirin. Lê ne rêyeka ku gelektir mirov bêne kuştin û birîndar kirin û welat bête wêran kirin. Di vê pirsê de me û Tirkiye xebatek bi hevre kir. Lê niha pêwîstî heye ku em hûrahî xebatekî hevbeş li ser vê pirsê bikin.Divê hevkariya herdu hukumeta di çeçova  planek hevbeş de bête pêkanîn.

Clintona behsa hemû cureyên karê hevbeş li gel Tirkiye kir û berdewambûna axavtina xwe de got: Armanca me ya sereke ewe ku ev rejima esad bisekinîn ku hêdî bes xwînê birêje. Ev yek armanca me ya bingehînê ji bo vê armancê jî em her tiştekî bi kûrahî dinirxînin.

Di derbarê hinek rêxistinan û PKK-ê de jî Clinton got: Hinek metirsiya me heye ku rêxistinên terorîst weke PKK-ê, El Qaîde û yên din bixwazin feydeyê rewşa Suriye bibînin û bernameyên xwe bixwazin pêkbînin. Li wê deverê êrîşan binîn ser cîranên Suriye.

Clinton di derbarê Suriye û taybetîdi derbarê rewşa PKK-êli Suriye li gora siyaseta Tirkiye helwest danî. Ev yekjînîşan didê ku Tirkiye siyaseta xwe ya di derbarê PKK-êde  di çerçova Suriye de li Emerîka daye qebûl kirin.

Taybet piştî axavtina Davutoglu di derbarê PKK-ê de gotinên Clînton bi wate bû.

Wezîra derve ya Emerîka piştre li gel serokkomar û serokwezîrê Tirkiye jî hevdîtin pêkanîn.

 

 

Back to top button