Civak

Şêrê malikî teslîmê pêşmergeyan bû

Li devera Musilê şevîdin hêzên DAÎŞ navçeya Tilefer bi temamî kontrol kirin. Hêzên taybet yên Malikî tu berxwedan nîşan nedan û xwe avêtin ba pêşmergeyan.

Dema DAÎŞ kete Tilefer hêzên taybey yên Malikî bi gelek leşker ve xwe gihandin Şingalê. Wek tê zanîn Şengal di bin kontrola Pêşmergann de ye.

Fermandarê hêzên taybet ên Malikî Ebu Welîd wek “Şêrê Malikî“ dihat navkirin û ji bo parastina herêmê û felişandina Daîşê hatibû.

Ebû Welid niha jî li ba pêşmergeye. Di vê derbarê de berpirsê PDKê yê liqê Şingalê Serbest Bapîr dibêje: Ebû Welid li gel 600 leşkerî xwe parastiye hêzên pêşmerge.Tu rê li ber Ebu Welîd nemabû. ji ber ku ji Bexdayê kesek hawara wî nehatiye.

Back to top button