Şerê navbera Pêşmerge û DAİŞê berfireh dibe

Vê sibê li ser rêya navbera Rebîe û Şingalê bombeyek bi karwanekî Hêzên Pêşmerge de teqiya û di encam de Pêşmergeyek şehîd bû û 5 jî birîndar bûn.

Derbarê bûyerê de çavkaniyekê ji Hêzên Pêşmerge agahî dan BasNewsê û got: ‘’Li devera Şinêrpa ya di navbera Rebîe û Şingalê de bobeyek li ser rêya Hêzên Pêşmerge hatibû danîn, dema karawanê Pêşmergeyan derbas bû bombe teqiya û bû sedema şehîdbûna Pêşmergeyekî û 5 jî birîndar bûn.’‘

Hêjayê gotinê ye ew pêşmergeyên bûne qurbanî ser bi Hêza Helgurd in. Herwiha ji şevê din ve çekdarên DAİŞ’ê li devera Şingalê dest bi êrîşan kirine. Evna jî di demekê de ye ku doh General Ebû Welîd ji cepheya şer a Tilefer reviya û xwe radestî Hêzên Pêşmerge yên Şingalê kir.

Nûwar Feqê/Bas

Nêrînek

  1. Kani ve Siteye an Rudaw ragihandi bu ki Agirbest di Nava Pesmergeyan u DAIS ede Ci buye ha Doh? Iro Ket Sosyal Medya ye DIAIS e Du Fermandare Pesmergeyan Dil Girtine u Ew Serjekire.Baweri bi Van Barabara Nabe.Demaku li Rojava ev Hovitiya Disadida Mesandin. Mixabe Capemenya Kurdan Hinek je Ew Buyer ne hina ji ne ditiv dihat ,u an ji bi Awayeki Negatif di Nirixandin,ew helwesta ji Cesaret didan van Hova.Iro Roj Roja Yekitiye u Parastina Xaka Kurdistane hemi heze kurd bi hevra Hevbes be.Biji Yekitiya Gele Kurdistanyan .Bimre en gi di Nave Kurdtistanyen u Welat Parazye di Nava Kurdan de Fesadye u Beko ewan tiye dike

Nerîna min :