Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê, serpereştiya hemû çalakiyên serbazî û emniyên vê qonaxê dike, biryar da ku sindoqa komekî û alîkarîkirina Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê bê damezrandin.
Hevkarî li rêya leqa bankên li Herêma Kurdistanê têne kom kirin û li roja çarşemê (25/06/2014) pêve her hemwelatiyek dikarê li rêya her bankêkî li hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê pere û hevkariya darayî bixe sindoqê ku yarmetî û dabînkirina pêdiviyên Pêşmerge li seranserê hêlên bergiriya Herêma Kurdistanê dike.
Ji bo serpereştî kirina hemû proseyê lîjneyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê û her sê Wezaretên Pêşmerge, Navxo, Darayî û Parêzgeran û serpereştiyarê îdareya Germiyan pêktê.
Hejmara hesabê sindoqê li bankên her sê parêzgehên Herêmê û îdareya Germiyan bi vî awayê xwarê ve ye û hemwelatî bi navê (sindoqa komekî ya Pêşmergeyên Kurdistanê) û bi vê hejmara hesaban dikarin li bankan hevkariyên xwe deynin:
* Bajar û bajarokên sînorê parêzgeha Hewlêr bi hejmara hesaba çil û çar (44)
* Bajar û bajarokên sînorê parêzgeha Silêmanî bi hejmara hesaba heşt hezar û dû sed û bîst (8220)
* Bajar û bajarokên sînorê parêzgeha Dihok bi hejmara hesaba heşt hezar û sîh û sê (8033)
* Bajar û bajarokên sînorê îdareya Germiyan bi hejmara hesaba pênc hezar û sê (5003)
Di dawiyê de daxwaz li hemû hemwelatiyên Herêma Kurdistanê dikin li gor şiyana xwe beşdariyê li proseya parastina Herêma Kurdistanê li rêya hevkarî û bexşîna komek ya Pêşmergeyên Kurdistanê bikin ku ew bi şev û roj li xebata xwe ya sengerên bergiriya ax û nîştîman û serweriya welatê me û asayîşa hemwelatiyan û xelkê Kurdistanê bi berdewamî diparêzin.
Her wiha daxwaz li hemû bankan û fermanberên wan dikin hemû cûre hêsankariyek pêşkêşî xelkê Kurdistanê bikin li dema serdankirina wan ya bexşîna komek û hevkariyê.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
22/06/2014
Biryarek piroze!ser xere be.\r\nEz pesniyaz dikim.Jibo kurde derveyi welat ji hasabe Banka werine vekirin jibo kurde derveyi welat karibin alikari bikin.