Serdana Tirkiye û ehlaqê medya yê
Serdana serokwezîrê Kurdistanê ya Tirkiye û hevdîtinên li gel serokwezîr û serokkomarê Trikiye re pêkanîn di medyayê de gelek awayên cuda hate nirxandin.Bê guman her cara serok yan jî serokwezîrê Kurdistanê serdana Tirkiye dike, her aliyek siyasî li gora perspektîfên xwe yên siyasî nirxandina dikin.Ev yek jî gelek cara dibe sedemek ku rastiya serdanê û babetên têne gotubêj kirin nayê dîtin.Pirsek din di van serdana de gelekî girîng heye. Beşek ji medya Tirkî, dema nûçeyên serdanê didin, bi awayek bê ehlaqî behsa pirsa serdanê dikin. Wek mînak nabêjin serok yan jî serokwezîrê Kurdistanê serdana Tirkiye kirin.



