CivakPolîtîk

Lekolin nûçeyên derew belav dike

Malpera Lêkolin nûçeyek belav kir û di nûçeya xwe de dibêje ji berpirsên PKKê yên berê Nizamettin Taş û Osman Ocalan dibin Tirkiye.Li ser vê yekê Partîya Welatparêzên Demokratên Kurdistan ê daxuyaniyek belav kir û behsa derewbûna vê nûçeya bê binyat û destçêkirî dike.PWD dide xuyakirin ku roja em ji PKKê veqetayine heta niha gelek caran derew û bêbextiyên mezin di derbarê me de hatine kirin.Herweha PWD dide xuyakirin ku ew hewldanên xwe yên Kurdistanî perspektîfên xwe yên siyasî de berdewam dikin û heta mecala wan hebê jî ewê di xetek Kurdistanî, netewî de tekoşîna xwe berdewam bikin.PWD dide xuyakirin ku tu pêwendiyên wan rêxistinî li gel Osman Ocalan jî tuneye.PWD di daxuyaniya xwe de dibêje:Çewe tê îdiakirin ne li Bamernê, lê operasyona azadkirina Şingalê dehevalên me rolek aktîf leyiztine. Ji hir pêde jî her dema pêwist be, emê li dijê DAÎŞêdi hemû eniya de şer bikin.Li Bakurê Kurdistanê rojane gelême dibe armanca komkujiya,her roj zarok, jin ciwan û qal jiyana xwe ji dest didin.Cihê jiyana gelê me hemû wêran dibe.Berpirsiyarek jî yê vê rewşa PKK bi xwe ye.PKK ji bo berpirsiyariya xwe di van bûyeran de bide aliyekî derewên bi vêawayî dertêxe holê û bêbextiya dike. Sedema ku em vê daxuyaniyê didin yek jî ewe ku, gelê mebi van bebextiyên qirêj newê meşgul kirin û rastiyê bizanibin.

Back to top button