4 sal berê îro , di 27ê Berfanbarê 2011ê , li Robozkê 34 ciwanên Kurd ku 19ê wan hê zarok bûn , bi bihaneya qeçakçîtîyê ji alîyê Dewleta Tirk ve bi awayeke hovane hatin qetil kirin.Belê , emrê 19ê wan hê ne 18 salî jî bûn. Lê belê gelê me li Dêrsimê li Zîlanê li Agirî û gelek deverên din de jî tuşî vê yekê bûbûn.Robozkê , di dîroka Kurdistanê de birêneke nekewîyayî ye. Weke birîna 33 gulleyan … Dewlet , bi awayeke vekirî , bi planî û ravekirî , qetlîamên ku ev e çend salane li gelê Kurd dike , li Robozkê careke din nîşan da û 34 ciwan bi jetê xwe yên fermî bombebaran kir û qetl kir. Vê qetlîamê , rasterast gelê me yê sivîl hedef standîye. Di encama lêpirsîna ku tê rêvebirin de , di pêkanîna vê qetlîamê de tu kusûra rêveberên eskerî nehatîye dîtin û dosyaya dozê hatîye girtin.Dewleta Tirk heta ku faîlên Robozkê dernexe holê , tu qîmet û berrahîya gotinên dîalog , çareserî û hwd. tune ye.Polîtîkayan dewleta Tirk yên li ser esasê dijeyatîya-Kurd,tundîyê û bêhiqûqîyê doh li Robozkê îro jî li bajar û navçeyên din yên Bakurê Kurdistanê bi heman şiklî didome. Dewlet tam jî wek ku xwe terîf bike , li gelek jîyangehan bi bihaneya xendek û çeperan şikleke tu veşaritî hewce neke , navçeyan distîne dorpêçê , mirovan dihêle birçî û têhn. Her roj agahîyên mirinan tên. Em bangî dewleta Tirk dikin ku bila dev ji vê sîyaseta xwe ya werankirin, kuştin û tundîyê berde bila bibîne ku bi vê sîyasetê nikare rê li ber tekoşîna azadîya Kurdistanê bigire.Em qetlîama Robozkê Ji Bîr Nakin, em vê qetlîamê bi tundî rûreş dikin. Em şehîdên xwe yên Robozkê bi giramî bibîrtînin. Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: